Xeta li Îstgeha Marşandîzê ku trena bilez û lokomotîfa klavuz a rê kontrol dikir tê da li hev ketin, piştî kutakirina xebatên temîrkirinê seba seferên trenan vebû.
Li Îstgeha Marşandîzê a li Yenîmahalleyê enkaz bi alîkariya vîncê va ji ser xetê hat hildan û di rayan da xetên ceyranê hatin temîrkirin û kutakirin.
Di çarçoveya xebatan da rayên bixesar û xetên ceyranê hatin nûkirin.
Bi kutakirina xebatên temîrkirinê va xet ji bo seferên trenan vebû.
Cara ewil di xetê ra trena bilez a 06.10an ji Gara Trena Bilez a Enqereyê rabû ku here Pendika Stenbolê.
Trenên ku ji Îstgeha Marşandîzê ra derbas bûn, li îstgehê nesekinîn û hêdî derbas bûn. Di derbasbûna trenan da pirsgirêk derneket.
Ji aliyekî din va ji bo xebatên temîrkirinê îstgeh girtî ye.
AA