''Xeternak e ku mensûbekî AYMyê bi zimanê qetilkirina hiqûqê xeber dide''

''Xeternak e ku mensûbekî AYMyê bi zimanê qetilkirina hiqûqê xeber dide''

Berdevkê AK Partiyê Omer Çelîk di parvekirina xwe ya Twîtterê da diyar kir ku endamekî AYMyê dirûşmeya midaxeleyên ku di rabirdûyê da li Tirkiyeyê êş daye kişandin emildan ev yek şermedêr e û bêsiyanetî ye û wiha axivî:

"Xeternak e ku mensûbekî AYMyê yê divê ku ji bilî hiqûqê tu zimanên wî tunebin bi zimanekî ku sembola qetilkirina hiqûqê ye xeber dide. Midaxeleyan pergala destûra bingehîn xira kiriye û êşên mezin bi gelê me daye kişandin. Di encama midaxeleyan da nîzama hiqûqa me ji holê hatiye rakirin. Li AYMya ku sedema hebûna wê hiqûq e endamek jî bi zimanê midaxeleyên ku hiqûqê qetil dike xeber dide... Ev nayê qebûl kirin."

Berdevkê AK Partiyê Çelîk da zanîn ku hiqûqnasên rastîn ên Tirkiyeyê di teşebûsa derbeyê ya 15ê tîrmehê da dijî midaxeleya terorîstan berxwedaneke mezin nîşan dan û ragihand ku hiqûqnasan têkoşîna parastina demokrasiyê dan lê zimanê ku endamê AYMyê emiland zimanê tehdîdkirina gel û midaxeleyan e ku hiqûqê xira dike.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE