"Xizmeta ji bo gel xizmeta ji bo Heq e"

Erdogan di "Bernameya Beriya Hilbijartina Herêmî Hevdîtina bi Teşkîlat, Namzed û Bernamzedan re" de xitabî partiyiyan kir.

"Xizmeta ji bo gel xizmeta ji bo Heq e"

Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan got ku "Wekî ku ez her dem dibêjim gelê me mecbûr û mehkûm nîne ku deng bide me. Bereksê wê me bi dilgirêdana ku me ji her aliyê mirovî re pêk anî, projeyên xwe, xizmetên xwe û helwesta xwe mecbûr in ku vê dengê heq bikin."

Erdogan di "Bernameya Beriya Hilbijartina Herêmî Hevdîtina bi Teşkîlat, Namzed û Bernamzedan re" de xitabî partiyiyan kir.

Erdogan got "Ez berî her tiştê Namzedê me yê Şaredariya Mezin a Enqereyê Birêz Mehmet Ozhasekî, di vê navberê de 22 AK Partî 3 ji Partiya Tevgera Neteweperwer a ji şaxa Îtifaqa Cumhur hemû namzedên me car din pîroz dikim. Ez di pêvajoya ku nêz dibe de ji Xwedî niyaz dikim xebatên ku dê bikin bila me di nav têkiliya sedem-encamê de bigihîne serkeftinê" û dest bi axaftina xwe kir.

- "Enqere jî yek ji wan bajêrên sembol e"

Serokomar Erdogan qal kir ku li Tirkiyeyê sembolên siyasetê hene û wiha axivî: "Di serê van sembolan de jî encamên ku ji bajêrên diyar tên sitandin tê. Enqere jî yek ji van bajêran e. Ji ber vê em wekî Stenbolê wekî qezenckirin an jî têkçûna şaredariyeke mezin li Enqereyê nanêrin. Ji ber ku Enqere paytext e."

Erdogan got divê wek kadroyên ku gel di Serokomarî û Parlementoyê de peywira birêvebirinê dayê xizmetê Paytextê jî bikin û wiha axivî: 

"Wekî ku ez her dem dibêjim gelê me mecbûr û mehkûm nîne ku deng bide me. Bereksê wê me bi dilgirêdana ku me ji her aliyê mirovî re pêk anî, projeyên xwe, xizmetên xwe û helwesta xwe mecbûr in ku vê dengê heq bikin. Sibê dê şaredarê me yê Şaredariya Mezin bi namzedên me re ji we re nasandinekî bike. Em dê der barê xizmetan de çi bikin, ev yek dê bi nûmayîşa anîmasyonê bibe û ev yek dê di nav pêvajoyê de baştir bibin û dewam bikin."

- "Çankaya, Yenîmahalle çima wiha ye?" 

Erdogan got ku "Ez her dem vê meraq dikim. Çankaya, Yenîmahalle çima wiha ye?" û nirxandina "Li van deran jî şaredarî hene. Digel ku şaredarî heye çima li van deran çop, çamûr, çal hene, çima li wan deran xizmetê nakin? Heke mijar pere be ji budçeyê wekî ku ji hemû şaredariyan re tê şandin ji wan re jî pere tê şandin. Mijar cuda ye."

Serokomar Erdogan got ku şaredarîtî eşqek e û qal kir gotin ku "Xizmeta ji bo gel xizmeta ji bo Heq e" û wisa derketin rê.

Erdogan got ku di AK Partiyê de raza şaredaritiyê berî her tiştê karê kesên biderd e û wiha axivî: 

"Berî her tiştê karê ji dil e. Heke derdê we hebe hûnê vê karê bikin, heke birastî jî ev di dilê we de rûniştibe hûnê vê karê bikin lê heke ne hûn nakin. AK Partiyî 24 saetên rojê, 365 rojên salê ji ber ku bi vê şiûrê dixebite, ne ji bo ku ji gel re bibe hakim ji bo ku bi xadimtiya gel bişeref bû ev serkeftin bi dest xistin. Me kesên ku ev şiûr di wan de nemayan gelê me ji siyasetê dûr xist an jî me ew ji xwe dûr xistin."

- "Di Îtifaqa Cumhur de tu kes nikare derkeve derveyî helwesta ku em nîşan didin"

Serokomar Erdogan ev gotin: 

"Di Îtifaqa Cumhur de tu kes nikare derkeve derveyî helwesta ku em nîşan didin. Îtifaqa Cumhur çi hewce dike hemû hevalên me hemû teşkîlatên me divê vê pêk bînin. Heke ne bila qisûrê nenêrin em ê wan dawetî îstirahatê bikin. Lewra heke me di vê rêyê de îtifaq kiribe ev îtifaq heke di ser de jî ya gel be, ev îtfaqa îletekî yan zîletekî nîne wê çaxê em ê hemû bi hev re bixebitin, îtifaqa me çi hewce dike dê wê bikin. Ev rêyeke dirêj e, em nikarin ku di vê rêya dirêj de dilê hev bişkînin. êm ê bibin piştevanê hev. êm ê di nav piştevaniyê de bibin ku di şeva 31ê adarê de dersê hewce bidin kesên ku ji welatperwer û miletperweriyê dûr ketine."

- "Mafê tu kesî tune ku spekulasyonê bike"

Serokomar Erdogan bi bîr xist ku Mehmet Ozhasekî di heman demê de Wezîrtiya Hawirdor û Bajarvaniyê kir û peywira Arîkarê Serokê Giştî yê ku Ji Birêvebiriyên Herêmî yê AK Partiyê Berpirsyar e kir û destnîşan kir ji bo ku Ozhasekî layiqê Enqereyê dîtin wek namzed nîşan dan.

Erdogan got ku "Mafê tu kesî tune ku vir spekulasyonê bike. Heke bike hem hember dozê şaşitî dike, hem îxanetê dike hem jî îxanetê Enqereya şaredarê mezin dike. Peywira me ye ku em emanetê bidin kesên ehil. Teqez cudakarî filan bêvan... Tiştên wiha nabe, divê nebin. Em ê dest bidin destê hev û em vir dizanin ku em ê Înşeallah bi Birêz Ozhasekî re Enqereyê gelkî pêş bixin. Heke ez hinekî şaredarîtî hinek jî ji siyasetê fehm bikim bila qisûrê nenêrin me yên ji bo layiqê Enqereyê bi namzedên navçeyan re di şaredariya mezin de jî kir û em wisa derketin vê rêyê. Bila bixêr be."

- "Înşallah em ê dersa wan careke din bidin kesên ku çav berdane Enqereyê"

Serokomar Erdogan got ku "Em ê înşeallah carek din dersê bidin kesên ku çavê xwe berdane Enqereyê. Em ê şeva 31ê adarê car din pifikên ku derxistin pêşberî Enqereyiyan biteqînin."

- "Ji bo têkiliya wan ne gotina îtifaqê gotina îxanetê rasttir e"

Serokomar Erdogan der barê partiya mixalefeta sereke de jî got ku "Ji bo têkiliya partiya mixalefeta sereke ne gotina îtifaqê gotina îxanetê rasttir e. Çi kesê ku hember welat û gelê me dijminahiya wan heye tevgera bi wan re bi awayekî din nayê pênasekirin."

Dîroka nûkirinê: 03 Çile 2019, 17:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE