''Îxracata me ya 2021î gihîşt 225 milyar û 368 milyon dolarî''

''Îxracata me ya 2021î gihîşt 225 milyar û 368 milyon dolarî''

Serok Recep Tayyîp Erdogan daxuyand îxracata 2021î li gor par ji sedî 32,9 zêde bû û gihîşt 225 milyar û 368 milyon dolarî ku ev rekorek e.

Erdogan reqamên bazirganiya derva ya sala 2021 eşkere kir û got aboriya kurewî ji sedî 3,4 biçûk bûye, lê di heyameke wiha da Tirkiye ji sedî 1,8 mezin bûye û di çaryeka sêyem a salê da jî ji hêla îxracata mal û xizmetê da pêşva çûye.

Erdogan wiha behsa aboriya Tirkiyeyê ya sala 2021î kir: "Îxracata me ya 2021î li gor par ji sedî 32,9 zêde bû û gihîşt 225 milyar û 368 milyon dolarî. Ev rekorek e. Li hemberî teklîfên tevşomevşo yên mixalefetê ya dixwaze ji felaketa milet ranta siyasî bi dest bixe, me dîsa jî di aboriya Tirkiyeyê da qontax negirt."

Serok Erdogan anî ziman şewba Kovîd-19 li hemû cihanê bûye sedema tesîrên nebaş û wiha dewam kir: "Her çiqas wek şewbeke tenduristiyê dest pê bike jî ji aboriyê bigire heta turîzmê, ji perwerdeyê bigire heta têkiliyên beşerî tesîreke neyînî li ser her qada jiyanê kir. Aboriya Tirkiyeyê ji cotmeha 2021î pê va li gor heyama beriya şewbê îstihdameke zêde ya 2 milyonî pêk anî."

Erdogan anî ziman di heyama qeyranê da jî Tirkiye têk neçû û wiha dewam kir: "Tirkiye cara ewil e ku nebû welatekî di bin barê qeyranan da xûz dibe, berevajî vê bû welatekî qeyranan bi rê va dibe, heta wisa ku qeyranan wek derfet diguhere. Me hecma bazirganiya derva ya di 2002yan da bi tenê 87,6 milyon dolar bû di sala 2021î da gihand 496,7 milyar dolarî. Di koma 75 cure ber û berhemên îxracata wan tê kirin da di dîroka Komarê da em gihîştin bihayê îxracatê ya herî zêde. Kêmdana bazirganiyê ya derva li gor par ji sedî 7,8 kêm bû, dakete 45,9 milyar dolarî, rêjeya hemberî îtxalatê ya îxracatê jî ji sedî 83,1 zêde bû."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE