"Ya zehmet ew e meriv di hilbijartinê da li meydanê çi dibêje paşê ji bîr neke"

Serokê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Axaftin, ji ser qursiyên Parlementoyê hikim dan hêsan e, Ya zehmet ew e ku gotina bike rastî, bicîanîna weadan e."

"Ya zehmet ew e meriv di hilbijartinê da li meydanê çi dibêje paşê ji bîr neke"

Serokê Tirkiyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan, "Axaftin, ji ser qursiyên Parlementoyê hikim dan hêsan e, hele hele derewkirin ji bo Kemal Efendî gelekî hêsan e. Di heyamên hilbijartinê da virkirin, gotina hevokên vir da û wir da hêsan e. Ya zehmet ew e ku gotina bike rastî, bicîanîna weadan e, te di meydanan da çi gotibe divê tu paşê wê ji bîr nekî."

Erdogan li Meydana Demokrasiyê di mitînga AK Partiyê ya Boluyê da axivî.

Serok Erodgan di xeberdana xwe da destnîşan kir di dema hilbijartinê da xeberdan hêsan e û wiha got: "Axaftin, ji ser qursiyên Parlementoyê hikim dan hêsan e, hele hele derewkirin ji bo Kemal Efendî gelekî hêsan e. Di heyamên hilbijartinê da virkirin, gotina hevokên vir da û wir da hêsan e. Ya zehmet ew e ku gotina bike rastî, bicîanîna weadan e, te di meydanan da çi gotibe divê tu paşê wê ji bîr nekî."

Erdogan diyar kir ji serokekî giştî yê ku di nav 9 salan da CHPya 95 salî kir kûklayê Qendîl û Pensîlvanyayê ji bo hilbijêrê xwe jî tu xêr nayê û wiha got: "Kesekî ku kustaxiyên Sezaî Efendî dike nav dilê xwe, hember dabeşkeran serî ditewîne nikare CHPyê temsîl bike. Ya rast ev zimanê tehdîdê herî zêde birayên min ên ku dil dane CHPyê rencîde dike."

AA

Dîroka nûkirinê: 28 Adar 2019, 17:41
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE