YE: Meşruiyeta Lukaşenko tuneye

Nûnerê Bilind ê Peywendiyên Derva û Polîtîkaya Ewlekariyê Josep Borrell ku li ser navê YEyê daxuyanî da, diyar kir ku hilbijartina li Belarûsê "adil û azad nîne" û her wiha got ku lewma jî ew encamên hilbijartinê nas nakin.

YE: Meşruiyeta Lukaşenko tuneye

Yekîtiya Ewropayê (YE) ragihand ku meşruiyeta Aleksandr Lukaşenko ku li Belarûsê piştî hilbijartina serokomariyê ya 9ê tebaxê, duh sond xwar û dest bi peywirê kir, tuneye û lewma jî ew encama hilbijartinê nas nakin.

Nûnerê Bilind ê Peywendiyên Derva û Polîtîkaya Ewlekariyê Josep Borrell ku li ser navê YEyê daxuyanî da, diyar kir ku hilbijartina li Belarûsê "adil û azad nîne" û her wiha got ku lewma jî ew encamên hilbijartinê nas nakin.

Borrell wiha axivî, "Meşruiyeta demokratîk a Aleksandr Lukoşenko tuneye ku 23yê Îlona 2020an qaşo dest bi peywirê kir ku serdemeke din jî vê peywirê bidomîne."

Borrell her wiha da bibîrxistin ku ji roja hilbijartinan vir va xwepêşandan didomin û ew yek jî dê li welêt krîzê kûrtir bike ku Lukaşenko dîsa dest bi peywirê kir. Borrell got ku ew wekî YE, piştgiriyê didin daxwazên demokratîk ên gelê Belarûsê û piştevaniya daxwaza jinûva kirina hilbijartinên di bin çavdêriya Teşkîlata Ewlekarî û Hevkariya Ewropayê da dikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE