"Yekîtiya axa Moldovayê ji bo me gelekî girîng e"

Serok Erdogan: "Yekîtiya axa Moldovayê ji bo me gelekî girîng e. Em wek Tirkiyeyê çawa ku di demên berê da kiribe emê di demên pêş me da jî li cem hemnijadên xwe cih bigirin û me ev yeka eşkere kir. "

"Bi piştgiriya Birêz Serokkomar û hikûmetê, bi biryardariya Birêz Serok û rayedarên Gagauzê ji bo ku muxtariyet bi layiqî biçe serî û gavên hewce dikin bên avêtin me li hev kir."

-Serokomarê Moldavayê Îgor Dodon: "Ez ê ji bo ku qanûnên statuya muxtariyetê ya Moldovayê da Herêma Gagauzê bi rêk û pêk biçin serî, ya ji destê min tê, bikim."

Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di çarçoveya serdana xwe ya Moldovayê da li Komrata paytextê Herêma Xweser ya Gagauzê bi Îgor Dodonê Serokomarê Moldovayê û Îrîna Vlaha Seroka Herêma Xweser ya Gagauzê ra civiya û piştî hevdîtinan daxuyaniya çapemeniyê hat lidarxistin.

Serokomarê Moldavayê Dodon diyar kir ji bona statuya Herêma Xweser ya Gagauzê di rêziknameyê da hin pirsgirêk hene û wiha got: "Ez ê ji bo ku qanûnên statuya muxtariyetê ya Moldovayê da Herêma Gagauzê bi rêk û pêk biçin serî, ya ji destê min tê, bikim."

Dodon diyar kir ji bona ev hikûm di destûra bingehîn ya Komara Moldovayê da cî bigirin çi ji destê min were ez ê bikim.

AA

Dîroka nûkirinê: 18 Cotmeh 2018, 15:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE