"Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê piştgir û muxalifê tu partiyeke siyasî nîne"

Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Feyzîoglu: "Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê piştgir û muxalifê tu partiyeke siyasî nîne."

"Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê piştgir û muxalifê tu partiyeke siyasî nîne"

Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Metîn Feyzîoglu got:"Em pêşniyaz dikin ku bila sazîbûna HSKê bi awayê rayeya hêzan ji hev qetî bi lihevkirina Meclisa me va ji nû va bê verastkirin."

Feyzîoglu di merasima ku li Navenda Çandî û Kongreya Neteweyî ya Beştepeyê bi munasebeta Vekirina Sala Dadî ya 2019-2020î hat kirin da axivî û got ku ew hêvî dikin sala dadî ya nû bibe mizgîniya aştî û aramiyê.

Di axaftina xwe da Feyzîoglu bal kişand ser Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê û wiha pê da çû: "Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê piştgir û muxalifê tu partiyeke siyasî nîne."

Serokê Yekîtiya Baroyên Tirkiyeyê Feyzîoglu li ser meseleya kar û xebatên ku divê di qada hiqûqê da bên kirin jî sekinî û wiha dewam kir: "Ew ezmûna ku ji bo têketina karên di qada hiqûqê da hewce dike divê demildest bê sepandin. Lazime ezmûn agahiyan derxe pêş û zor be."

AA

Dîroka nûkirinê: 09 îlon 2019, 13:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE