Yekîtiya Ewropayê bangî Îranê kir

“Em ditirsin ku peymana nukleerê xera bibe”

Yekîtiya Ewropayê bangî Îranê kir

Welatên Yekîtiya Ewropayê derheqê peymana nukleerê de cardin hişyarî dan Îranê. bi îmzeya hevpar a Fransa, Elmanya û Îngilistanê, Yekîtiya Ewropayê daxuyaniyeke nivîskî parve kir û metirsiya xwe ya derbarê binpêkirina peymana nukleerê de anî ziman.

Nûnerên Taybet ên li Yekitiya Ewropayê û wezîrên karên derve yên Fransa, Elmanya û Îngilistanê daxuyaniyeke hevpar da.

Ji Îranê xwestin ku berpirsiyariya xwe ya peymana nukleerê bîne cih û fealiyetên li dijî peymanê neke.

Di daxuyaniyê de bal kişandin ser biryara mieyîdeyê ya Emerîkayê û tevgerên Îranê yên li dijî peymanê.

Û hat gotin :”em ditirsin ku peymana nukleerê bê xerakirin.”

Ji bo daxistina rageşiyê û avakirina diyalogê girîngiya hewlên dîplomatîk anîn zimên.

Di daxuyaniyê de behsa rapora dawî ya Ajansa Atomê ya Navneteweyî jî hat kirin.

Hat diyarkirin ku Îranê li Tesîsên Nukleerê yên Natanzê, santrifujên pêşketî ava dike.

Saziya Enerjiya Atomê ya Îranê, hefta borî eşkere kiribû ku ji bo kêmkirina taaahhudên peymana nukleerê asta sêyemîn dest pê kiriye.

Dîroka nûkirinê: 14 îlon 2019, 12:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE