“ Yekîtiya Ewropayê ji bona me pêşhateyeke stratejîk e, loma jî em di vî warî da hê jî cehd dikin”

“ Yekîtiya Ewropayê ji bona me pêşhateyeke stratejîk e, loma jî em di vî warî da hê jî cehd dikin”

Serok Erdogan: "Li ber ewqas neheqiyên ku li me tên kirin dîsa jî Yekîtiya Ewropayê ji bona me pêşhateyeke stratejîk e. Loma jî em di vî warî da hê jî cehd dikin."

 "Heger bi saya hewldanên me nebûya wê qeyrana koçberiyê zêde bibûya, mirin û kuştin zêde bibûya, terorê zêde bibûya û bêîstiqrarî li erdnîgariyeke berfireh belav bibûya."

 "Divê dawî li paşdaşandin û miameleya xerab ya dijî koçberan bînin ku hiqûqa navneteweyî tê binpêkirin."

 "Di bin navê hevkariya yekîtiyê (YE) da dixwazin pêwendiyên Tirkiye-Ewropayê sabote bikin, loma jî divê rê li ber vê bê girtin."

 "Mixabin YE çavên xwe girtiye û berdevkiya terefê Rûman dike, lê di heman demê da naxwaze heq û hiqûqa Tirkên Qibrîsê bibîne ku parçeyekî vê erdnîgariyê ne."

"Em hêvî dikin ku Yekîtiya Ewropayê di sala 2022yan da ji miyopiya stratejîk xilas bibe û ji bona pêşvabirina pêwendiyên xwe yên bi Tirkiyeyê ra gavên wêrek biavêje."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE