"Yekîtiya Misilmanan ancak yekîtiya di nav xwe da dikare pêk bê"

"Yekîtiya Misilmanan ancak yekîtiya di nav xwe da dikare pêk bê"

Serok Recep Tayyîp Erdogan daxuyand bi şewbê va dijminatiya Îslamê, biyaniyan, nijadiya çandî zêde bû ku divê dijî vê hevkarî bê zedekirin û wiha got: "Yekîtiya Misilmanan ancak yekîtiya di nav xwe da û bi hevrabûna xwe va dikare pêk bê."

Erdogan peyameke bi vîdeo şand Kongreya MAS-ICNAyê ya ku îsal cara 20emîn e tê lidarxistin û ji çar aliyê dinyayê bi deh hezaran Misilmanan tîne bal hev.

Serok Erdogan got di Qur'anê da Xwedê dibêje di her zehmetiyê da hêsaniyek heye, Mewlana jî dibêje piştî her bêhêvîtiyê gelek hêvî hene û wî bi xwe jî di jiyana xwe û siyasetê da vê yekê dîtiye.

Erdogan anî ziman piştî şewba Kovîd-19ê jî hêsan, û rehetî wê çêbibe, divê her kes bitevdîr be, alîkariya mirovan bike û wiha dewam kir: "Bi şewbê va dijminatiya Îslamê, biyaniyan, nijadiya çandî zêde bû ku divê dijî vê hevkarî bê zedekirin. Yekîtiya Misilmanan ancak yekîtiya di nav xwe da û bi hevrabûna xwe va dikare pêk bê. Em ê destûrê nedin biratiya me ji ber nijad û cudahiya çandên me zirarê bibîne. Ji kîjan kokê, qewmê, çandê, mezhebê, meşrebê dibe bila bibe hemû Misilman bira ne."

Erdogan got li hemberî hemû gefxwarinên hebûna Misilmanan divê ew bixebitin û ew wisa bawer dike ku Xwedê wê deriyên rehmetê li ber wan veke.


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE