"Yên ku radibin û Tirkiyeyê tehdîd dikin, bersiva xwe bi mislê wê hildidin"

Serokê Meclisê Bînalî Yildirim di "Bernameya Bîranîna 1071ê Milazgir a Fetha Anadoluyê" bangî welatiyan kir.

"Yên ku radibin û Tirkiyeyê tehdîd dikin, bersiva xwe bi mislê wê hildidin"

Serokê Meclisê Bînalî Yildirim di "Bernameya Bîranîna 1071ê Milazgir a Fetha Anadoluyê" bangî welatiyan kir.

Yildirim di bernameyê da axivî û got, "Yên ku dixwazin yekîtiya me xerab bikin, bira bizanin ku eslê me ew qas saxlem e ku wê tu carî bi ser nekevin."

Yildirim wiha dewam kir:

"Li Tirkiyeya Mezin ne hewldanên darbeya aboriyê, ne jî darbeya xayînan ên wek 15 Tîrmehê negihîştine armanca xwe û wê negihîjin jî."

Serokê Meclisê Yildirim got, yên ku radibin û Tirkiyeyê tehdîd dikin, bersiva xwe bi mislê tehdîda xwe hildidin.

Yildirim got ku divê muxatabên Tirkiyeyê dev ji tevgerên xwe yên bêmene û nebaş berdin û wiha dewam kir: "Ji bo ku têkilî normal bibin bila tevgereke nû nîşan bidin."

 


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE