"Yên ku van spekulasyonan dikin wê berdêla wê bidin"

Erdogan: "Ew bi rastî jî şebekeyên îxanetê ne, lê emê rû nedin wan, yên ku van spekulasyonan dikin wê berdêla wê bidin."

"Yên ku van spekulasyonan dikin wê berdêla wê bidin"

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Kulliyeya Serokkomariyê di xwarina nîvro ya ku ji bo kesên beşdarî 10emîn Konferansa Balyozan bûn de axivî.

Erdogan behsa rewşa Tirkiyeyê û aboriyê kir û wiha axivî: "Eleqeya rewşa ku em niha dijîn û qeyranên 1994, 2001 û 2007an tune. Bi rastî em bi rewşeke cuda re rû bi rû ne. Hêza Tirkiyeyê ya aboriyê saxlem e, xurt e, li cihê xwe ye û bi îzna Xwedê wê wisa be jî."

Der barê operasyon û manîpulasyonên ku li hember Tirkiyeyê tên kirin de Erdogan wiha got: "Ji terorê bigre heta manîpulasyonên aboriyê em rastî gelek operasyonan tên ku sedema vê ya herî girîng di mijara berjewendiyên neteweyî de em tawîzê nadin, ev ji ber wê tên kirin. Ew bi rastî jî şebekeyên îxanetê ne, lê emê rû nedin wan, yên ku van spekulasyonan dikin wê berdêla wê bidin."

Serok Erdogan tevgera NATOyê ya li hember Tirkiyeyê rexne kir û got: "NATO li hember dewleteke mutefîqê xwe ya ku berdêlên cidî daye di her qadê de bi awayekî dijminane tevdigere. Ji bo vê tevgerê tu sedemeke wê ya maqul tune. Li vir armanca wê ne baş e, niyeta wan xirab e."

Erdogan got kesên destê xwe dirêjî destketiyên Tirkiyeyê dikin wê berdêla wê bidin û wiha axivî: "Zorbeyên sîstema kurewî nikarin destê xwe bê destûr û hovane dirêjî destketiyên me yên ku me berdêla wan bi xwînê dane, bikin."

 


AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE