Yewnanistanê eskerên Tirk îade kir

Herdu eskerên Tirkî yên li ser sînorê Tirkiye û Yewnanistanê wezîfedar di encama hevdîtinên digel meqamên Yewnanistanê de, seat derdora 18.30î de hatin îadekirin.

Yewnanistanê eskerên Tirk îade kir

Herdu eskerên Tirkî yên li ser sînorê Tirkiye û Yewnanistanê wezîfedar ku dema kontrolê sehwen derbasî aliyê Yewnanistanê bûbûn û li wî alî hatibûn girtin, di encama hevdîtinên digel meqamên wî welatî de, seat derdora 18.30î hatin îadekirin.

Li gorî daxuyaniya Sererkaniyê, du eskerên Tirkî yên li ser sînorê Tirkiye û Yewnanistanê wezîfedar, dema taqîba koçberên qaçax de sehwen derbasî aliyê Yewnanistanê bûbûn û li wî alî ji aliyê dewriyeyên Yewnanî ve seat 11.00an hatin girtin.

Hat ragihandin ku di encama hevdîtinên digel meqamên wî welatî, herdu esker seat derdora 18.30î de hatin îadekirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 10 îlon 2018, 14:48
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE