''Yewnanistan teqez divê tevgerên provokatîf û aloziyê gur bide aliyekî''

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusi Akar: "(Yewnanistan) Teqez divê tevgerên provokatîf ku aloziyê gur û germ dike, bide aliyekî."

''Yewnanistan teqez divê tevgerên provokatîf û aloziyê gur bide aliyekî''

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusi Akar li Kaşê ku ligel qedemeya komûtayê ya TSKyê hat vê derê, pirsên AAyê dibersivîne.

Wezîrê Parastina Neteweyî Hulusi Akar: "(Yewnanistan) Teqez divê tevgerên provokatîf ku aloziyê gur û germ dike, bide aliyekî."

"Yewnanistanê dijî peymanan 18 girav çekdar kirine. Ev rageşiyê zêde dike, diyaloga dualî têk dibe."

 "Em diyalogê dixwazin. Em dixwazin ku pirsgirêkên me yên li vê derê bi rêbazên aştiyane û bi çareseriyên siyasî çareser bibin."

"Bi qenaeta me tu mefaya rageşî, navtêdan û provokasyonê ji bo tu kesî, nexasim jî ji bo Yewnanistanê tuneye."

"Beriya ku pêbawerî têk here, divê em demildest deriyên diyalogê vekin û bi diyaloga dualî va pirsgirêkan çareser bikin."

"(Ziyareta Meisê ya Serokomarê Yewnanistanê) Weke ku ji bo pîrozkirinê tu girav nemane, tên van dera. Em bi vê aciz dibin"

"Gelê Yewnan divê nekeve ber bayê hewildanên bi serkêşiya Macron û divê nebe pêxwarina operasyona xwexilaskirinê ya Macron."

"Bi eşkere tê dîtin ku polîtîkayên birêz Macron îflas kirine. Ji bo nixumandina ser van ji xwe ra peyê hin rolan ketiye."

ealiyetên keştiya Oruç Reis) Di çarçoveya planê da bi pêş û paş da çûn û hatin wê çêbe. Tiştekî wekî destberdana mafên me yên wê derê tuneye.

 "(Gotinên Macron) Ev gotin û yên wekî vî, xebata fitneyê ye. Di zihnê miletê me yê esîl da tu beramberiyeke van xebatên fitneyê tuneye."

"(Hevdîtinên li NATOyê) Em dixwazin ku bi diyalog û mizakereyan va ji pirsgirêkên xwe ra çareseriyên siyasî bibînin. Di vê çarçoveyê da em piştgiriyê didin her cure teşebusan"

"(Hevdîtinên li NATOyê) Em amade ne ku ji bo civîna çaremîn mazûvaniyê bikin, bira keremkin werin. Em mafdar in, ji hevdîtinê napelikin."

"Ji 2011an pê va xetayên ku li Sûriyeyê hatin kirin, heman xeta li Lîbyayê tên kirin. Em bi fikar dişopînin."

"(Ji hêla Amerîkayê va rakirina qismî ya ambargoya çekan bo Qibrisa Başûr) Ne aştî û ne jî çareserî, ev yek dê me bibe bêçareseriyê. Li rihê mitefiqtiyê nayê"

"Ji bo yekîtî, bihevrabûn û ewlehiya birayên me yên Libyayî em alîkariya wan dikin ku artêşa xwe ya bipergal ava bikin."

"(Geşedanên li Lîbyayê) Gelek welat û sazî mixabin li hemberî neheqiya li vê derê, li hemberî êrîşên koma Hefter bêdeng dimînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE