''YEyê bira li gor Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan tevbigerin''

Serok Erdogan"Ez bangî Yunanistanê û hemû welatên YEyê dikim ku bira li gor Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan bi rêzdarî miemeleyê li koçberên hatin erdê wan bikin."

''YEyê bira li gor Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan tevbigerin''

Serokkomarê Türkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan bangî welatên endamên Yekîtiya Ewropayê (YE) ne kir û got: "Ez bangî Yewnanistanê û hemû welatên YEyê dikim ku bira li gor Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan bi rêzdarî miemeleyê li koçberên hatin erdê wan bikin."

Serok Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya partiya xwe da axivî û têkoşîna miletê ya di 15ê Temûzê da mînak nîşan da û wiha pê da çû: "Di 15ê Temûzê da miletê me li kuçeyan şehîd ket lê ew kesên ji nav tankan xilas bûn û di mala şaredar da û yan jî li cihekî din qehweya xwe vedixwarin û nikarin di wê rêya şehadetê da bimeşin û tiştek wisa nabe."

Di axaftina xwe da Serokomar qala têkoşîna Türkiyeyê kir û wiha domand: "Em di têkoşîna ku didin da hem dê li sehayê bi ser bikevin hem jî van piştgirên dagikeran di bin piyê îradeya neteweyî da bipelçiqînin û welatê xwe bigihînin hedefên wê."

Ji bo nîqaşa li ser hevoka 'girê şehîdan vala nemîne' jî got: "Ji bona vê gotinê fehm bikin ji xeynî îmanê divê meriv çanda civaka ku ji nav derketine jî bizanibe. Kesê ku wê helbesta Arif Nîhat Asya xwendiye û dibêje 'Wê girê şehîdan vala bimîne' li pey e ku welêt teslimî neyar bike û xeleka koletiyê bike sitûyê gelê me. Zilamê ku nizanibe, hîs neke û fehm neke welat çi ye û sînor li ku derê ne ji cahaletê wêdetir di nav bêbextiyê da ye."

Serok Erdogan kesên têkoşîna Türkiyeyê lekedar dikin şermezar kir û got: "Kê dibe bira bibe, kê vê têkoşîna dîrokî ya Türkiyeyê bi fitneyê lekedar dike, bê heyset e, bê şeref e, nemerd e, xayîn e."

Serok Erdogan Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu jî rexne kir û wiha domand: "Li benda têlefona min e. Heke tu pir meraq dikî, tê yê mîna birêz Bahçelî, Meral xanim, birêz Karamollaoglu vekira, me yê agahî bida te jî. Tu li wê hêviyê be ku miqamê Serokomariyê li te bigere, agahiyê bide te... Ev li gor protokolê jî nîne. Kiliçdaroglu heke dixwaze ku di birêvebiriya vî welatî da berpirsyarî hilde ser xwe ez demildest rêya vê nîşanî wî bidim. Ev kar wisa bi êrîşa ji pişt perdê, ku bi hin kesan derxînin pêş û ji pişt va bikenin nabe. Melûm e ku di 2023yan da hilbijartina Serokomariyê heye. Heke cesareta te hebe tu derkevî meydanê bibêjî ku 'ez talibê birêvebirina welat im' heke tu rayeyê ji gel bistînî tu dê bikarî gotinên xwe bi cî bînî."

Hereketa Mertalê Biharê ya ku Türkiyeyê li Îdlibê da destpêkirin da jî Serokomar Erdogan got: "Bi operasyonên me yên dawîn va me nîşanî her kesî da ku em ne welatekî wisa nin ku nizane şer bike, lê em naxwazin şer bikin. Em ê ne welatê xwe bi însafa rêxistinên terorê, rejima destbixwîn û piştgirên wê bihêlin ne jî gelê mezlûm ê Sûriyeyê bi tena serê xwe bihêlin."

- Yekîtiya Ewropayê bila li gor Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan tevbigere

Serok Erdogan muameleyên xerab ên ku hêzên Yewnansitanê li hemberî koçberên bêdestûr dikin rewacê bi bîr xist û got: "Ez bangî Yewnanistanê û hemû welatên YEyê dikim ku bira li gor Beyannameya Gerdûnî ya Mafên Mirovan bi rêzdarî miemeleyê li koçberên hatin erdê wan bikin. Yewnanên ji bo koçberan hilnedin welatê xwe ji xeniqandina li behrê hetanî kuştina bi guleyê her rêyê diceribînin bira ji bîr nekin dibe ku ew ê jî rojekê mihtacê merhemetê bibin."

Erdogan wêneyê Yewnanên ku ji êrîşên Naziyan direvin û xwe dispêrin Sûriyeyê nîşan dide jî bibîr xist û wiha domand: "Di vê wêneyê da ew zarokên xwarin, cil û berg li wan tên belavkirin jê yek jî dibe ku dapîr an jî bapîrê Mîçotakîs be."

Serok Erdogan pirsên mensûbên çapemeniyê bersivandin

"(Daxuyaniya Amerîkayê ya bo alîkariya muhîmatan) Min daxwazên me yên di vî warî da ji Birêz Trump ra gotin. (Hêviyên ji ziyareta li Rûsyayê) Li herêmê demildest agirbest bê tesîskirin"

Serok Recep Tayyip Erdogan ji bo hêviya xwe ya ji ziyareta Rûsyayê ya ku wê sibê bike got: "Li herêmê demildest tesîskirina agirbestekê."

Serok Erdogan piştî komcivîna partiya xwe pirsên rojnamegeran ên li ser rojevê bersivandin.

Erdogan li ser pirsa, "Beriya ziyaretê Rûsyayê tu teklîfên nû dane Türkiyeyê?" wiha got: "Vê gavê teklîf nabin. Em ziyareta xwe bikin. Jixwe piştî ziyaretê jî li wê derê em ê miheqeq bi birêz Putîn ra civîneke çapemeniyê li dar bixin. Digel vê hevalên me yên rojnameger jî wê bi min ra ne. Em ê bi wan ra jî gelek tiştan parve bikin. Tu tişt veşartî namîne."

Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Amerîkayê James Jeffrey gotibû ku "Em dixwazin muhîmat bidin." Rojnamegeran ev gotin ji Erdogan pirsî û gotin ku daxwazeke Türkiyeyê ya bi vî rengî heyte an na jî Erdogan wiha got: "Min daxwazên me yên di vî warî da ji Birêz Trump ra gotin."

Erdogan li ser pirsa hêviya wî ya ji ziyareta Rûsyayê ya ku wê sibê bike got: "Li herêmê demildest tesîskirina agirbestekê."

Erdogan li ser pirsînê got ku wê îro bi têlefonê va ji Serokê Amerîkayê Donald Trump ra neaxive. 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE