YEyê ji bo sertîfîkaya aşiyê gava ewil avêt

Bi saya vê sertîfîkayê qedexeya çûyîna YEyê wê ji bo kesên aşiya Kovîd-19ê bûne bê rakirin. Lê welatên Ewropayê bi xwe biryarê bidin ku kîjan testan wê qebûl bikin û kîjanê qebûl nekin. 

YEyê ji bo sertîfîkaya aşiyê gava ewil avêt

Ji bo sertîfîkaya aşiyê ya seyahetên di nav sînorên Yekîtiya Ewropayê (YE) da bê emilandin verastkirina qanûnî hat amadekirin.

Li gor vê, di sertîfîkaya aşiyê da agahiyên mirov aşiya Kovîd-19ê bûne yan na, heke bûne li ku derê û kîjan aşiyê bûne, heke nexweşî derbas kiribin jî asta wan ya antîkorê di kîjan astê da ye wê bê nivîsandin. Testa Kovîd-19 PCR an jî encama testê ya antîjenê wê tê da bên nîşandan.

Bi saya vê sertîfîkayê qedexeya çûyîna YEyê wê ji bo kesên aşiya Kovîd-19ê bûne bê rakirin. Lê welatên Ewropayê bi xwe biryarê bidin ku kîjan testan wê qebûl bikin û kîjanê qebûl nekin. 

YE heta niha aşiyên şirketên BîoNTech-Pfîzer, Moderna, AstraZeneca û Johnson and Johnsonê qebûl dikin. Ji bilî aşiya Johnson and Johnsonê yên din ji serê salê vir va li YEyê tên emilandin.

Tê plankirin ku sertîfîka heta havînê bê amadekirin. Ji bo vê pesendkirina Parlamentoya Ewropayê û Konseya YEyê hewce dike. Ji bilî vê ji welatên endam daxwaz tê kirin ku ew binesaziya teknîkî zûtir ava bikin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE