Serokê Meclisê Binali Yildirim: "Em dibînin biryarên mueyîdeyê yên ku Amerîkayê dabûn destpêkirin nika vedigerin şerekê aboriyê yê kurewî."
Yildirim li ser Twittera malpera medyaya civakî biryarên mueyîdeyê yên Amerîkayê nirxand.
Yildirim bal kişand ku biryarên mueyîdeyê yên ku Amerîkayê dabûn destpêkirin nika vedigerin şerekî aboriyê yê kurewî û wiha pê da çû:
"Li erdnîgariya Avrasyayê ya ku her roj pêş dikeve û dibe hêvî dijmintiya li dijî Îran, Rûsya û nika jî li dijî Tirkiye tê kirin ew ê li ber piştevanî û hevkariya welatên me kêrî tiştekî neyê. Bira rêveberiya Amerîkaya ku bi tenê dostê Dolar e vê yekê bibihîze."
AA