Yildirim:Te ev hevdîtin çima veşart?

Yildirim bi serok û nûnerên saziyên civaka sivîl ên Orduyî ra li Navenda Kongreyê ya Halîçê hevdîtin kir û wextê derketinê pirsên rojnamgeran ên li ser rojevê bersivandin.

Yildirim:Te ev hevdîtin çima veşart?

Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê yê AK Partiyê Bînalî Yildirim diyar kir ku beriya weşana hevpar hevdîtina Namzedê Şaredariya Bajarê Mezin ê Stenbolê yê CHPyê Ekrem Îmamoglu û moderator Îsmaîl Kuçukkaya newekheviyeke eşkere ye û wiha dewam kir: "Ji newekheviyê wêdatir jî li vê derê rewşeke nemeşrû heye. Ez ji vê derê bangî Ekrem Îmamoglu, reqîbê xwe dikim: We çima hevdîtineke wiha bi raya giştî ra parve nekir? Berî weşanê we çima ev hevdîtin veşart? Ez li benda reqîbê xwe me ku bersiva vê bide."

Yildirim bi serok û nûnerên saziyên civaka sivîl ên Orduyî ra li Navenda Kongreyê ya Halîçê hevdîtin kir û wextê derketinê pirsên rojnamgeran ên li ser rojevê bersivandin.

Rojnamegerekî bi bîr xist ku moderator Îsmaîl Kuçukkaya û Ekrem Îmamoglu beriya weşanê li otelekê hevdîtin kirine û Yildirim li ser pirsa "We tu hevdîtin kir? Hûn hevdîtina Îmamoglu û Kuçukkaya çawa dinirxînin?" wiha got: 

"Rewşeke ne exlaqî ye ku namzedê CHPyê, reqîbê min Ekrem Îmamoglu bi şêwirmendên xwe va beriya weşana dîrokî ku Tirkiye li bendê bû, rû bi rû li otelekê hevdîtinê bike. Felaketeke din e ku ev ji raya giştî veşartine. Madem herdu jî namzed in, em ê bi hev ra derkevin weşanê. Tu çima bi namzedekî ra li heman derê rû bi rû diaxivî û namzedê din ji vê mehrûm dihêlî, pê ra xebernadî. Ev tê çi meneyê, ez hewaleyî raya giştî dikim."

 "Te ev hevdîtin çima veşart?"

Der heqê hevdîtina rû bi rû da ji Îsmaîl Kuçukkaya tu daxwaziyek nekir û wiha dewam kir:

"Min rû bi rû pê ra xeberneda. Min bi têlefonê pê ra xeberda. Lêbelê ji min ra negot ku min rû bi rû hevdîtin kir. Tiştên ku me bi têlefonê xeberda ew meseleyeke din e. Me di wê xeberdanê da seba weşana giştî serkeftin xwest, ew qas. Ew hûrgilî pir dirêj in. Ez nekevim wê derê. Ya girîng ew e ku du roj beriya weşanê, roja pêncşemê, li heman mekanê, moderator û namzedê reqîb bi tevî şêwirmendên xwe civînek kirine, lê bi min ra civîneke wiha nehat kirin. Li vê derê newekheviyeke eşkere heye. Ji newekheviyê wêdatir jî li vê derê rewşeke nemeşrû heye. Ez ji vê derê bangî Ekrem Îmamoglu, reqîbê xwe dikim: We çima hevdîtineke wiha bi raya giştî ra parve nekir? Berî weşanê we çima ev hevdîtin veşart? Ez li benda reqîbê xwe me ku bersiva vê bide. Moderator Îsmaîl Kuçukkaya got ku 'vê hevdîtinê 2-3 deqîqe dewam kir.' Di rastiyê da vê hevdîtinê çi qas dewam kir? Ez li bendê me ku vê jî bi raya giştî ra parve bike."AA

Dîroka nûkirinê: 21 Hezîran 2019, 15:57
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE