''Yên ku ji Ukraynayê ra çekan dişînin berpirsiyarê tevgerên xwe ne''

''Yên ku ji Ukraynayê ra çekan dişînin berpirsiyarê tevgerên xwe ne''

Wezîrê Karên Derva yê RûsyaLavrov: “Yên ku ji Ukraynayê ra çekan dişînin berpirsiyarê tevgerên xwe ne. Kesên ku şervanên kirêkirî teşwîq dikin jî berpirsiyarê vî tiştî ne."

“Me piştrast kir ku pêşniyaza me ya ku rojane korîdorên însanî bên vekirin hê jî derbas dibe."

 "Em naxwazin ku bi tu awayî rêya mizakereya rastîn bi awayekî şaş bê emilandin. Îro ev hat fehmkirin ku tu tişt ciyê mizakereyan nagire."

“Gelê me bi tengasiyên curbecur ra rû bi rû dimîne. Em hêvî dikin ku ji vê qeyranê bi silametî derkevin. Em dixwazin her kes bi vê hişmendiyê ji vê qeyranê safî bibe."

 “Em dixwazin Ukrayna dewleteke bêteref be. Gava em dijî berbelavbûna NATOyê derdikevin em bi tu awayî li hember nînin ku Ukrayna ewlehiya xwe pêk bîne."

 “Putîn tu wextî xwe ji danîna pêwendiyan dûr nake. Tenê em naxwazin ev pêwendî li ser gotinê bimîne. Me bi Kuleba ra li ser vê xeberda."

 “Îdiayên ku Pentagonê li ser axa Ukraynayê bi dehan laboratuvarên biyolojîk yên eskerî ava kiriye fikarên me zêde dike. Em bersiva van pirsan dixwazin."

 “Rojava ji Ukraynayê tenê tiştekî dixwaze, dibêjin bira ev dewlet her gav li dijî Rûsyayê bixebite."

 “Em ê meseleya mueyîdeyan wisa çareser bikin ku em ê tu wextî hewceyî dewletên Rojavayî nebin. Em ê tevdîrên wisa hildin em ê cardin nekevin rewşeke wiha."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE