"Yûnanistan bixwe nuha bûye baregeheke Amerîkayê"

"Yûnanistan bixwe nuha bûye baregeheke Amerîkayê"

Serok Recep Tayyîp Erdogan derbarê pêşhatên li Dedeagaça Yûnistanê got, "Yûnanistan bixwe nuha bûye baregeheke Amerîkayê."

Erdogan digel Serokwezîrê Macaristanê Victor Orban civîneke hevbeş a çapemeniyê li dar xist.

Serok Erdogan tekezî li hêzdarkirina têkiliyên aborî yên digel Macaristanê kir û wiha got, "Di astaserî de me kiriye armanc ku em qebareya xwe ya dualî derxînin 6 milyar dolaran."

Erdogan herwiha got, "Emê sala 2024an weke 'Sala andê ya Tirkiye-Macaristanê' pîroz bikin."

Serok Erdogan bal kişand ser berhemên ku ji aliyê Macaristanê ve hatin îadekirin û got, "Wexta di warê qaçaxçîtiya çandê de bi biryardarî tevger hebe, hemî cîhanê dît ku têkoşana kardar mumkun e."

Erdogan got, "Gotina ku sedema qeyrana penaberan dikin sucê Tirkiyeyê bi rastî nankortî ye. Welatê ku şîşan li belemên penaberan didin û wan dikin mehkûmê mirinê Yûnanistan e. Di destê me de belge hene."

Serok Erdogan derbarê pêşhatên li Dedeagaça Yûnistanê got, "Yûnanistan bixwe nuha bûye baregeheke Amerîkayê."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE