YPG/PKKya rêxistina terorê li Eyn Îsaya bajaroka li bakurê Sûriyeyê agir berê kampa terorîstên DEAŞî yên berê girtibûn û malbatên wan lê dimînin da ku birevin.
Xebatkarekî sivîl ê li kampa li rojavayê Eyn Îsaya bajaroka Reqayê dixebite û nexwest navê vî wewre eşkerekirin der barê bûyerê da daxuyanî da nûçegihanê AAyê û wiha pê da çû:
"Îro di saet 11.00î da rayedarên rêxistinê hatin hemû xebatkarên sivîl ji kampê derxistin. Bi tenê ew man di hûndir da. Me saet 13.30î dît ku li kampê şewat derketiye û dû ji wêderê radibe. Hevalên me çûn mêze kirin ku hela çi bûye û dîtin ku ofîsên me dişewitin. Heke girtî û malbatên wan şewat derxistina zirarê nehata ofîsên me. Ofîsên me ji ciyê DEAŞî û mabatên wan lê ne dûr e. Rêxistinê bi xwe şewat derxist. Em beriya şewatê ji wê derê derxistin ev jî delîlê wê ye."
Şahidê bûyerê diyar kirk u tu êîşek nehat ser kampê û bombe nehatin barandin.
Bi destêpêkirina şewatê va hat dîtin ku bi hezaran DEAŞî malbatên wan û sivîlên ji cî û warên xwe hatine kirin ji kampê revîn.
Li kampa ji ber şewatê vala bû kêmzêde 5 hezar kes diman. Ji wan hema bêje 2 kes terorîstên DEAŞî û malbatên wan bûn. 3 hezar kesên din jî kesên ji hin herêmên Sûriyeyê revîbûn û xwe sipartibûn herêmê bûn.
Eyn Îsa kêmzêde 35 kîlomêtre li dûrî sînorê Tirkiyeyê ye.
- Tirkiyeyê diyar kiribû ku ew ê çavdêriya DEAŞiyên hilde ser xwe
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan bi têlefonê bi Donald Trumpê Serokê Amerîkayê ra axivîbû û gotibû Tirkiyeyê berpirsyariya endamên DEAŞê û malbatên wan ên li herêmên bi Herekata Kaniya Aştiyê werin paqijkirin li ser Tirkiyeyê be.
Wezareta Karên Derva jî diyar kiribû ku ji bo endamên DEAŞê û malbatên wan li herêmên ji terorê werin paqijkirin bigrin ew ê dest bi xebatan bikin.
YPG/PKKya rêxistina terorê ya dixwaza pêşî li herekatên Kaniya Aştiyê û Çiqlê Zeytûnê bibire ev demeke dirêj e welatên Rojavayî tehdîd dike ku ew ê terorîstên DEAŞî û malbatên wan serbest berdin.
YPG/PKK terorîstên DEAŞê û malbatên wan ên dîl girtiye di girtîgehên li Reqa û Hesekeyê da digre. Lêbelê ji bo paşê wan kesan berde jî peymanan çêdike. YPG/PKKya bi pereyan terorîstên DEAŞê serbest berdide gelek caran vê wekî amûra bazariyê bi kar tîne.
Rêxistinê bi terorîstên DEAŞî yên li navenda Reqayê ra peyman çêkiribû û herêm texliye kiribû, piraniya wan ji bo têkevin Tirkiyeyê ber bi xeta sînorê welêt hatibûn.
AA