"YSK mezbeteyê bide kê, ew ê bibe serok"

Namzedê Serokê Şaredariya Bajarê Mezin Stenbolê yê AK Partiyê Binali Yildirim: Bêşik Lijneya Bilind a Hilbijartinê mezbeteyê bide kê, ew ê bibe serok

"YSK mezbeteyê bide kê, ew ê bibe serok"

Namzedê Şaredar ê Şaredariya Bajarê Mezin Stenbolê yê AK Partiyê Binali Yildirim got reqîbê wî Ekrem Îmamoglu dora 25 hezaran da zêdetir ray hildaye û wiha axivî: "Li vir divê hurgiliyeke girîng bê parvekirin. Ew jî ev e, 319 hezar û 500 rayên hatine betalkirin hene. Ferqa di navberê da 25 hezar e. Yanê rayên hatine betalkirin ferqa di navberê da 10 qat zêdetir in."

Yildirim li ber avahiyê Serokatiya Bajêr a AK Partiyê daxuyanî da çapemeniyê û got ji vir şûn da 14 sandiqên din jî wê bêne jimartin.

- "Rayên hatine betalkirin ferqa di navberê da 10 qat zêdetir in"

Yildirim behsa rewşa xwe û reqîbê xwe Ekrem Îmamoglu kir, got Îmamoglu dora 25 hezaran da zêdetir ray stendiye û wiha axivî: "Li vir divê hurgiliyeke girîng bê parvekirin. Ew jî ev e; 319 hezar û 500 rayên hatine betalkirin hene. Ferqa di navberê da 25 hezar e. Yanê rayên hatine betalkirin ferqa di navberê da 10 qat zêdetir in. Ji bilî vê bêrêtî, şaşî, daneyên xelet hatine barkirin hene."

Yildirim got wiha dewam kir: "31 hezar û 136 sandoq hene. Ji her sandoqê ger rayek xelet hatibe qeydkirin ev dike 31 hezar û 136 ku ev jî ji ferqa di navberê da zêdetir e."

- "Bêşik Lijneya Bilind a Hilbijartinê mezbeteyê bide kê, ew ê bibe serok "

Yildirim li ser pirsa "Hûn raya ku we hildaye çawa dinirxinin?" wiha axivî: "Teqdîra gelê Stenbolê ye. Yên ku deng dan Stenbolî ne. Teqdîra wan li ser ser û çavê me ye. Ya ku em bibêjin ev e. Helbet rêjeya rayên herdu namzedan nêzîkî hevdu ye û ev nedihat texmînkirin. Lê wek ku min got di vê pêvajoyê da partiya me wê belge û agahiyên di destê xwe da, pêvajoya hiqûqê wê bidomîne. Di dawiyê da Lijneya Bilind a Hilbijartinê mezbeteyê bide kê, ew ê bibe serok. Tiştekî din ê ku bê gotin tune."

- "Stenboliyan gotina xwe gotin"

Yildirim got ji vir pê va LHByê biryarê bide û wiha devam kir: "Stenboliyan gotina xwe gotin. Bi vê wesîleyê em jî ray daye, nedaye spasiya hemşehriyên xwe yên ji Stenbolê dikin. Min di tevahiya jiyana xwe da xîret kir ez karên wiha bikim ku kêrî gelê min were. Ji vir şûnda jî ciyê min ku dibe bira bibe, ez ê bi heman şêweyî di xizmeta gel û miletê xwe da bim."

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Nîsan 2019, 12:46
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE