Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) encamên teqez ên hilbijartinên Şaredariya Mezin a Stenbolê, Kesmetepeya bajaroka Adiyamanê, Yusufeliya Artvînê, Honaza Denizliyê û Keskîna Kirikkaleyê yên hatibûn dubarekirin, eşkere kir.
Biryara LHByê di Rojnameya Fermî da hat weşandin.
Di biryarê da hat gotin di hilbijartinên Şaredariya Mezin a Stenbolê yên di 23yê Hezîranê da hatibûn dubarekirin da ji 10 milyon û 560 hezar û 963 hilbijêran jê 8 milyon û 925 hezar û 166 kesan ray dan.
Ji van rayan jê 8 milyon û 746 hezar û 566 hatin qebûlkirin.
Ekrem Îmamogluyê namzedê Şaredariya Mezin a Stenbolê yê CHPyê 4 milyon û 742 hezar û 82, Bînalî Yildirimê namzedê AK Partiyê jî 3 milyon û 936 hezar û 68 ray hilda.
Rêjeya rayên ku Îmamoglu hilda ji sedî 54,22, yên Yildirim jî ji sedî 45 e.
Di hilbijartinên Stenbolê da Partiya Saadetê 47 hezar û 832, Partiya Vatanê 13 hezar û 962 û namzedên xweser jî 6 hezar û 622 ray hildan.
Encamên hilbijartinên Kesmetepeya bajaroka Adiyamanê, Yusufeliya Artvînê, Honaza Denizliyê û Keskîna Kirikkaleyê yên di 2yê hezîranê da hatibûn dubarekirin jî bi awayekî giştî di Rojnameya Fermî da hatin weşandin.