YSKyê îtirazên ji bo betalkirina hilbijartina Stenbolê red kir

Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (LHB) îtirazên CHP û ÎYÎ Partiyê ya ji bo hilbijartina Stenbolê ku bitemamî were betalkirin red kir.

YSKyê îtirazên ji bo betalkirina hilbijartina Stenbolê red kir

Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) îtirazên CHP û ÎYÎ Partiyê ya ji bo hilbijartina Stenbolê ku bitemamî were betalkirin red kir.

CHPê li ser biryara betalkirina hilbijartina herêmî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê ku ya hemû navçeyan bitemamî were betalkirin serî li YSKê dabû.

CHPê ji bilî Stenbolê ji bo hilbijartinên Serokamariyê û parlamenteriyê ya heyama 27emînê jî ku bê betalkirin îtiraz kiribû. Heman îtiraz ji hêla ÎYÎ Partiyê jî hatibûn kirin.

Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) îro hevdîtinek kir û biryar da.

YSKê hemû îtirazên CHP û IYI Partiyê yên ji bo hilbijartinan red kirin. 

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE