Zarokên li Îdlibê di kampan da dimînin şûna pêlîstokan li pey nanê xwe ne

Mihemed Kiteyşê ku ji ber êrîşên rejima Beşar Esed du sal berê ji cî û warê xwe bûbû li kampa xwe sipartê da dikana pêlîstokan vekir.

Zarokên li Îdlibê di kampan da dimînin şûna pêlîstokan li pey nanê xwe ne

Li Îdliba bajarê Sûriyeyê zarokên di konbajaran da dijîn dema çend quriş pere bi destê wan dikeve mîna hevalên xwe nikarin pêlîstokan bikirin ew wê xercaneya xwe jî didin nan.

Ji wê dikaneke pêlîstokan a li konbajar hatiye vekirin kirîna pêlîstokekê ji bo zarokan bi tenê wek xeyalekê ye.

Mihemed Kiteyşê ku ji ber êrîşên rejima Beşar Esed du sal berê ji cî û warê xwe bûbû li kampa xwe sipartê da dikana pêlîstokan vekir.

Kiteyş daxuyanî da nûçegihê AAyê û diyar kir ku wî dikanê bi deyn vekir û wiha domand: "Ev dikana pêlîstokan bêhna min derdixe. Min ji toz û heriya kampê dûr dixe. Demeke kurt be jî ew derd û keserên min kişandine nayên ji hişê min diçin."

"Ez dixwazim pêlîstokên hemû zarokan hebe"

Di berdewamiya axaftina xwe da Kiteyş got ku pêlîstok jî ji bo derd û êşên ku zarokên ji cî û warên xwe bûne û kişandine nikare çareser bike û wiha domand: "

Ji zarokên li kampê dijîn Ehmed Hatîbê 13 salî got ku bi malbata wî ra ji bo kirîna pêlîstokan pere tuneye û dema pere dikeve dest wî jî ew pê nan dikire.

Hatîb destnîşan kir ku ew jî dixwaze mîna zarokên din pêlîstokên wî jî hebin û ew niha herî zêde dûçerxekê dixwaze.

Ednan Mihemedê 10 salî jî got ku ew gogeke fitbolê dixwaze û wiha dewam kir: "Ne bi tenê ji bo min ez dixwazim bila pêlîstokên hemû zarokan hebe."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE