Zarokên li herêma Rojhilatê bi vebûna dibistanê şa bûn

Li Agiriyê mamosteyan li bexçeyên dibistanan pêşwaziya xwendekaran kirin û paşê jî Sirûda Neteweyî bi hev ra xwendin û derbasî polan bûn.

Zarokên li herêma Rojhilatê bi vebûna dibistanê şa bûn

Dibistanên seretayî yên ku li Erzirom, Erzincan, Agirî, Qers, Erdexan, Tuncelî û Îdirê ji ber tewdîrên Kovîd-19ê girtîbûn di çarçoveya asayîbûna dor bi dor da ji nû va vebûn û lê perwerdehî tê dayîn.

Xwendekarên serê sibehê li Erzirom û tax û gundên wê çûn dibistanê gorî mesafeya civakî rêz girtin û Sirûda Neteweyî xwendin.

Zarokên ev demeke dirêj bû ku ji dibistanên xwe dûr bûn bi vegerê va gelek şa bûn.

 Agirî

Li Agiriyê mamosteyan li bexçeyên dibistanan pêşwaziya xwendekaran kirin û paşê jî Sirûda Neteweyî bi hev ra xwendin û derbasî polan bûn.

Li Dibistana Seretayî ya Aslangazî xwendekaran xwest ku xwe biavêjin hembêza mamosteyên xwe û şekirên di eydê da berhev kiribûn ji wan ra anîbûn dîmenên bi vî rengî yên xweş derketin holê.

Ji xwendekaran Dîdem Yilmazê got ku wê bêriya dibistan, mamoste û hevalên xwe kiriye û wiha domand: "Herî zêde jî mon bêriya mamosteyên xwe kir."

Qers

Xwendekarên biçûk ên li Qersê ku hinek ji wan bi malbatên xwe ra hatibûn dibistanê piştî pîvandina agir û xwendina Sirûda Neteweyî hildan hundir.

Zarokên hatibûn dibistanê heval û mamosteyên xwe dîtibûn di vê roja ewil da gelek şa xuya dikirin.

Erdexan

Li Erdexanê zarokên bêriya dibistan û mamosteyên xwe kiribûn serê sibehê zû hatin dibistanê û li bexçeyên dibistanan bi mamoste û hevalên xwe ra sohbet kirin û piştî xwendina Sirûda Neteweyî va jî derbasî polên xwe bûn.

Îdir

Li Îdirê jî xwendekarên hatibûn dibistanê derbasî bexçeyên dibistanan bûn û dê û bavên ku zaqrokên xwe anîbûn derbasî alî bexçeyên dibistanan nehatin kirin û piştî xwendina Sirûda neteweyî xwendekar li pêş û mamoste jî dû wan ra çûn polan.

Tuncelî

Li Tunceliyê piştî xwendina Sirûda Neteweyî xwendekaran ji bo perwerdehiya rûbirû dest bi dibistanê kirin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE