"Zêdebûna îhracatê erênî ye lê kêm e"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan got: "Îsal ji meha gulanê pê va îhracata me derketiye 171,4 milyar dolarî. Zêdebûna îhracatê erênî ye lê kêm e. Divê em demildest ji sînorê 200 milyar dolarî derbas bibin."

"Zêdebûna îhracatê erênî ye lê kêm e"

Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan di Merasima Xalatê ya Şampiyonên Îxracatê û Lijneya Giştî ya Asayî ya Îxracatkarên Tirkiyeyê da diaxive.

Ji axaftina Serokomar hin sernavên derketin pêş ev in:

"Îsal ji meha gulanê pê va îhracata me derketiye 171,4 milyar dolarî. Zêdebûna îhracatê erênî ye lê kêm e. Divê em demildest ji sînorê 200 milyar dolarî derbas bibin.

Em di firotina dowîzê ya ji endamên yekîtiya îxracatê û yên xwediyê Belgeya Sicîlê ne ra da muafiyetê tînin.

Ez ji vê derê bangî hemû teşebiskar, karsaz, pîşesaz, bazirgan û hilberînerên me dikim: Baweriya xwe bi welatê me bînin, baweriya xwe bi dewleta xwe bînin, baweriya xwe bi paşeroja xwe bînin. Hemû derfetên ber destê xwe ji bo veberhênan, hilberîn, îstixdam û îxracatê xerc bikin.

Em gelekî nêzîk in ku Tirkiyeyê bikin welatekî ku ferqa wê ya carî ne kêm lê zede ye. Em bi we bawer in.

Îxracatvanên me dema ku dowîz dikirin wê êdî baca kambiyoyê ya ji hezarî yekê nedin.

Bi vî awayî tevdîrên ji bo rê li ber spekulasyonên dowîzê bigre û tesîrê li ser îxracatvanên me neke dikeve rewacê."

AA

Dîroka nûkirinê: 20 Hezîran 2019, 16:22
Şîrove Bike
ŞÎROVE
Ahmet Demir
Ahmet Demir - 6 ay Berî

Gelo li dewsa forma "îhracat"ê "îxracak" bihata bikaranîn dê baştir nebûya?

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE