Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Azerbeycanê da hat diyarkirin ku pevçûn herî zêde li aliyên Axdere, Xocewend, Zengilan û Qubadliyê dewam dikin.
Hat ragihandin ku di 24 saetên dawîn da di qismên cuda yên eniyê da 4 pergalên fuzeyên "Grad", pergaleke balafirşikê a KUB, 9 topên cureyên wan cuda ne, 2 kamyonên tijî cebilxane yên artêşa Ermenistanê hatin îmhekirin, gelek personelên eskerî hatin berterefkirin.
Hat gotin ku hêzên Ermenistanê li hin herêmên eniyê ji ber zeiyata personel û techîzata eskerî mecbûr man ku paşda vekişin.
Hat destnîşankirin ku enî di bin kotrola artêşa Azerbeycanê da ye.AA