Vladimîr Zelenskiyyê Serokê Ukraynayê diyar kir ku welatê xwe terk nekir û ew ê şerê dijî Rûsyayê bidomînin.
Zelenskiy li ser hesabê xwe yê medyaya civakî dîmen weşand ku li navenda Kîevê ye.
Zelenskiy xeberên dibêjin welat terk kiriye derewand û wiha got: "Ez li vê derê me û em ê sîlahên xwe daneynin. Em ê li dewleta xwe xweyî derkevin. Lewra sîlaha me heqîqet e. Heqîqet ew e ku eva axa, welat û zarok yên me ne. Em ê van hemûyan biparêzin."
- Axaftina bi Macron ra
Zelenskiy diyar kir ku bi Emmanuel Macronê Serokomarê Fransayê ra axivî û wiha pê da çû:
"Ji hevkarên me sîlah û cebilxane tê. Koalisyon li dijî şer çalak e."AA