Zelenskiy ji bo ku Ukrayna zû beşdarî YEyê bibe bang kir

Zelenskiy bal kişand ku ew heq dikin bibin endamê YEyê û ew bawer dike ku ev yek pêkan e û wiha got, "Di çarçoveya prosedura taybet a nû da ji bo beşdariya bilez ya Ukraynayê em bangî Yekîtiya Ewropayê dikin."

Zelenskiy ji bo ku Ukrayna zû beşdarî YEyê bibe bang kir

Serokê Dewleta Ukraynayê Vladimir Zelenskiy diyar kir, di çarçoveya prosedura taybet a nû da ji bo beşdariya bilez ya Ukraynayê wan bangî Yekîtiya Ewropayê (YE) kir.

Zelenskiy di xîtaba xwe ya ji bo gel da spasiya hevkarên xwe yên Rojavayî kir ku piştgirî dan Ukraynayê. Zelenskiy diyar kir, armanca wan ew e ku digel hemû Ewropayiyan di şertên wekhev da bên cem hev.

Zelenskiy bal kişand ku ew heq dikin bibin endamê YEyê û ew bawer dike ku ev yek pêkan e û wiha got, "Di çarçoveya prosedura taybet a nû da ji bo beşdariya bilez ya Ukraynayê em bangî Yekîtiya Ewropayê dikin."

Zelenskiy diyar kir ku êdî hemû Ukraynayî şervan in, berpirsiyariya herkesî ji bo welat heye û ew ji wê yekê bawer e ku ew ê bi ser bikevin.

Zelenskiy got, hemû kesên ku derfeta wan heye, divê beşdarî şerê dijî Rûsyayê bibin û wiha dewam kir, "Lewma jî me biryarek da ku ji hêla exlaqî ne hêsan e, lê ji bo berevaniya me sûdwer e. Girtiyên Ukraynayî yên xwedî tecrubeya şer dê bên berdan û li ciyên herî germ ên şer dê bikaribin sûcên xwe telafî bikin."

Zelenskiy her wiha ji bo eskerên Ûris ên ku di êrîşa dijî Ukraynayê da beşdar in jî wiha got, "Çekên xwe daynin û vegerin. Bi fermandar û propagandavanên xwe bawer nebin. Bi tenê jiyana xwe xilas bikin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE