Zilm û zordariya YPG/PKK’ê

Li malên xelkê bombe û teqemenî bi cih kirin û reviyan...

Zilm û zordariya YPG/PKK’ê

Rêxistina terorî YPG/PKK li ser gelê navçeya Girê Spî zilm û zordarî dikir. Terorîstên YPG/PKK’ê, xelkê navçeyê belasebep dikir hepsê. Li malên kesên ku li dijî wan radibûn jî bombe û teqemenî bi cîh dikirin.

Rêxistina Terorî YPG/PKK’ê li bakurê Sûriyê gelek cî dagir kiribûn.

Yek ji wan cihan jî navçeya Girê Spî bû.

Ew der jî bi operasyona kaniya aştiyê ji rêxistina terorî hat rizgarkirin.

Terorîstên Rêxistina Terorî YPG/PKK’ê li navçeyê bêsebep ya xelk hepis dikir an jî di xaniyên wan de bombe û teqemenî bi cî dikirin.

Kesên ku li navçeyê rûdiniştin ji TRT KURDIyê re behsa zilm û zordariya terorîstên YPG/PKK’ê kirin.

Mukîr Faysalê 49 salî jî yek ji wan kesan e.

Faysal dema ku di cejnê de çû serdana malbata xwe bê sebep hat girtin û hepis kirin.

Faysal wiha axivî: ‘’Ez di cejnê de hatim cem malbata xwe. Wê demê ev der di destê YPG/PKK’ê de bû. Kesên rûpoşkirşî hatin ez bi zorê siwarê wesaîdê kirim. Çavê min girtin. Min nizanîbû ku dibin kîjan deverê. Min ji wan pirsî çima we ez girtim. Bersiv nedan min. Ez 2 mehan di hucreyê de bi serê xwe mam. Piştî 2 mehan em birin cihekî din. 105 rojan jî ez li wir mam. Li wir jî bi serê xwe mam. Li wir ne tenê ez gelek sivîlên bêguneh jî hebûn. Bê sebep ew hepis dikirin.

Piştî operasyona kaniyê aştiyê Faysal jî ji hepsê derket û niha li gel malbata xwe ye.

Fatma el Hecec jî ji rêxistina terorî pir zilim dîtiye.

Terorîstan li mala wê bombe û teqemenî bi cî kirine.

Hecec got, ‘’Ez 60 salî me. Mala me şewitandin. Derî û pencereyên me şikandin. Li xizmê min jî ev yek kirin. Li mala min a din bombe û teqemenî bi cîh kirin. Ez feqîr im, sêwîyên min hene. Şikur ji Xwedê re hûn hatin. Em ji wan terorîstan xilas bûn. Niha em gelek kêfxweş in.

Bi saya operasyona kaniya aştiyê niha him navçe him jî gele navçeyê ji zilm û zordariya terorîstan hatin xilaskirin.

Êdî xelk bi rehetî jiyana xwe didome.

Dîroka nûkirinê: 22 Cotmeh 2019, 15:22
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE