"Zirareke piçûk jî bigihîje eskerên me em ê li her alî li hêzên rejimê bixin"

Serok Erdogan: "Ez îlan dikim ku zirareke piçûk jî bigihîje eskerên me em ê li her alî li hêzên rejimê bixin."

"Zirareke piçûk jî bigihîje eskerên me em ê li her alî li hêzên rejimê bixin"

Serokkomarê Tirkiyeyê û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan: "Ez îlan dikim ku zirareke piçûk jî bigihîje eskerên me em ê li her alî li hêzên rejimê bixin."

Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê da axivî.

Serok Erdogan der barê rewşa li Îdlibê da wiha axivî: "Her kes çavên xwe bigire, pişta xwe bide û destê xwe nede ser wijdana xwe jî Tirkiye wê li hember vê rewşê bêdeng nemîne."

Erdogan destnîşan kir di rewşa niha da êdî wê li hember teşqele, bawerhişkî, firoşgerî û provakasyonên tu kesî bêdeng nemînin û çavên xwe negirin.

Serok Erdogan destnîşan kir birayên wan yên Sûriyeyî ku bi welatê wan ra têkoşînê didin ji bona rejimê bişînin pişt sînorên mutebeqata Soçiyê dest bi tevgerê kirine û got wesaîtên ku li Îdlibê cî û warên sivîlan bombe dikin wê êdî mîna berê nikaribin bi rehetî hereket bikin, li bejayê jî em ê bi heman awayî heta sînorên ku me eşkere kirine bidin pey hêzên rejimê.

'Heger zirareke biçûk jî bi eskerên me bibe em ê li hêzên rejimê bixin'

Erdogan diyar kir di serî da Îdlib xwedîlêderketina têkoşîna xelkê Sûriyeyê ya man û menamê û şerefê ji bona wan wezîfeyeke însanî, dîrokî û exlaqî ye û wiha axivî: "Heger ji bona vê hesab bê dayîn em amade ne ku di her platformê da bi serbilindî berdêlê bidin. Ez bi eşkereyî dibêjim li ciyê ku xwîna Mehmetçikan lê hat rijandin kî xwe çiqasî mezin dibîne bira bibîne ew ê di ewlehiyê da nebe.

Serok Erdogan got ku di vê pêvajoyê da li ciyên çavdêriyê yan jî li ciyên din heger zirareke biçûk jî bi eskerên me bibe, ji îro pê va ez îlan dikim ku bêyî guh bidin sînorên Muxtiraya Soçî û Îdlibê em ê li her derê li hêzên rejimê bixin.

Erdogan diyar kir bibiryar in ku heta dawiya meha sibatê rejimê derxin li dervayî sînorên Peymana Soçiyê, yanê li pişt cihên me yên çavdêriyê û got ku ji bo vê jî li bejayê û esman çi hewce bike, bê dudilî em ê wê bikin.

Erdogan diyar kir bi Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Putîn ra pêvajoya li Îdlibê didome gotûbêj kirine û got ku di nirxandinê da bi taybetî eskerên me û xisar û zirarên ku hêzên rejimê û Rûsyayê dan hatin axaftin.

Serok Erdogan destnîşan kir milê siyasî yê herî girîng yê FETOyê Serokê Giştî CHPyê Kemal Kiliçdaroglu bixwe ye û ekîba wî ye û wiha got: "CHPya dikeve milê rêxistinên terorê yên cudakar û mezhepparêz û şaxên wan piştî 17-25ê Kanûnê FETOyê jî tevlî vê kadroyê kir. Milê siyasî yê FETOyê ew siyasetmedar e ku FETOyî dixwazin wî têk bibin yan ew siyasetmedar e ku FETOyî dixwazin wî bilind bikin?"

Erdogan ragihand ku 2020an wek 'Sala Patarayê' îlan kirine.

Dîroka nûkirinê: 13 Çile 2020, 17:40
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE