Ziyareta piştgiriyê ya ji bo dayikên Diyarbekirê

Di 8ê Adarê Roja Jinan a Cihanî da ziyareta piştgiriyê ya ji bo dayikên Diyarbekirê

Ziyareta piştgiriyê ya ji bo dayikên Diyarbekirê

Şaredarê Baxlarê Huseyîn Beyoglu bi minasebeta "8ê Adarê Roja Jinan a Cihanî" va dayikên Diyarbekirê ziyaret kir ku li ber avahiya Serokatiya HDPyê ya Parêzgeha Diyarbekirê ji bo zarokên xwe yên revandî çalakiya rûniştinê dikin.

Malbatên ku zarokên wan hatine revandin, HDPyê wek berpirs dibînin û lewma jî ji 3yê Îlona 2019an vir va li ber avahiya HDPyê çalakiya rûniştinê dikin ku çalakiya wan ket roja 918an.

Şaredarê Baxlarê Beyoglu digel jina xwe Durdane Beyogluyê, dayik ziyaret kirin, qurnefîl dan wan û bi wan ra axivî.

Beyoglu diyar kir ku ew ji serê ser va piştgiriyê didin çalakiya dayikan û wiha dewam kir, "Hûn li dijî rêxistinekê çalakiyeke mînak dimeşînin ku 40 sal e xwîşk û birayan dike dijminê hev û qaşo îdia dike ku Kurdan diparêze, lê xwîna Kurdan dirije. Dîrok dê vê, rojekê wekî destan binivîse. Em bi serokatiya Serokomarê me Brêz Recep Tayyip Erdogan li cem we ne."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE