Ziyareta Serok Erdogan hêviya dayikên Diyarbekirê zêde kir

Dayik Ayşegul Bîşer: "Ji ber serdana Serokkomarê me em gelek kêfxweş bûn. Em xurt bûn û bi hatina wan va em xurttir bûn."

Ziyareta Serok Erdogan hêviya dayikên Diyarbekirê zêde kir

Serok Recep Tayyîp Erdogan di serdana xwe ya Diyarbekirê da Dayikên Diyarbekirê yên ku li ber derê Serokatiya Bajêr a HDPyê ji bo bigihêjin ewladên xwe nobet digirtin jî ziyaret kir û hêviya malbatan bi vê ziyaretê zêdetir bû.

Serok Erdogan û heyeta pê ra bi malbatên ku ji 3yê îlona 2019an vir va li ber derê Serokatiya Bajar a Diyarbekirê ya HDPyê ji bo zarokên xwe yên ku bi xapandin revandine serê çiyê çalakiya rûniştinê dikin ra hevdîtin kir û dê û bavên heta îro li benda ewladên xwe ne bi serdana Serokomar Erdogan va gelek kêfxweş bûn.

Ayşegul Bîçera ku ji bo kurê xwe Mustafayê bi xapandin revandine serê çiyê di çalakiya rûniştinê ya dayikên Diyarbekirê da cî digire bi bîr xist ku Serokomar Erdogan ji destpêka çalakiyê heta niha piştgiriyê dide wan.

Bîçerê diyar kir ku Serokomar Erdogan bi ziyareta xwe ya bal wan va jî vê yekê careke din nîşan da û wiha pê da çû: "Ji ber serdana Serokomarê me em gelek kêfxweş bûn. Em xurt bûn û bi hatina wan va em xurttir bûn. Me banga yekîtî û bihevratiyê kir û Serokomarê me got ku têkoşîna dayikan heqe û di cî da ye. Em bawer dikin ku em ê bi hevra PKKyê têk bibin û ewladên xwe ji serê çiyê daxin."

Omer Tokayê ji bo kurê xwe Mehmet ku di nobetê da ye jî got ku ew nêzî du salane çalakiya xwe didomînin û got ku ji ber serdana Serokomar Erdogan ew pir kêfxweş bûn û wiha pê da çû: "Xwedê ji hemûyan razî be. Ji me ra gotin dixwazin we aciz bikin, hûn neyên xapandin ezê zarokên we bi saxî û silametî teslîmî we bikim."

Suleyman Aydinê ji bo kurê xwe Ozkan beşdarî çalakiyê bûbû jî got ku Serokomar Erdogan dengê dayik û bavan bihîst û hat serdana wan û wiha domand: "Xwedê ji wî razî be. Em ê li vê derê çalakiya xwe bi biryardarî dewam bikin. Serdana Serokomarê me dilê hemû dê û me bavan xweş kir. Em ê jî bi biryardarî çalakiya xwe heta dawiyê bidomînin."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE