Serokê Ragihandina Serokomariyê Prof. Dr. Fahrettîn Altun got: "Serokomarê Iraqê Berhem Salih îro ber bi êvarê wê li welatê me ziyareteke xebatê bike. Serokomarê mêvan wê bi Birêz Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan ra li Koşka Vahdettîn hevdîtinê bike. Di hevdîtinê da têkiliyên dualî û mijarên herêmî wê bên axaftin."
Altun li ser hesabê xwe yê Twîtterê der barê ziyareta Serokomarê Iraqê Berhem Salih da agahî da.
Irak Cumhurbaşkanı Berham Salih, bugün akşam saatlerinde ülkemize bir çalışma ziyareti gerçekleştirecektir.
— Fahrettin Altun (@fahrettinaltun) 28 Mayıs 2019
Konuk Cumhurbaşkanı, sayın Cumhurbaşkanımız @RTErdogan ile İstanbul Vahdettin Köşkünde biraraya gelecek, görüşmede ikili ilişkiler ve bölgesel meseleler ele alınacaktır.
Altun got Salihî îro ber bi êvarê li Tirkiyeyê wê ziyaretekî bike û wiha dewam kir: ". Serokomarê mêvan wê bi Birêz Serokomarê me Recep Tayyîp Erdogan ra li Koşka Vahdettîn hevdîtinê bike. Di hevdîtinê da têkiliyên dualî û mijarên herêmî wê bên axaftin. Piştî hevdîtinê Birêz Serokomarê me û jina wî ya birûmet Emîne Erdogan Xanim wê Birêz Berhem Salih û jina wê ya muhterem di fitarê da bikin mêvan."