"Ziyaretvan neyên îmraliyê ev binpêkirina mafan nîne"

Dadgeha Qanûna Bingehîn serîlêdana girtiyê li Girtîgeha Îmraliyê yê ji ber sûcê "endamêtiya PKKya rêxistina terorê" radize ji ber ku nikare mafê xwe yê ziyaretê û kantînê bi kar bîne kiribû red kir

"Ziyaretvan neyên îmraliyê ev binpêkirina mafan nîne"

Dadgeha Qanûna Bingehîn serîlêdana girtiyê li Girtîgeha Îmraliyê yê ji ber sûcê "endamêtiya PKKya rêxistina terorê" radize ji ber ku nikare mafê xwe yê ziyaretê û kantînê bi kar bîne kiribû red kir.

Li gor biryara Dadgeha Qanûna Bingehîn a ku di Rojnameya Fermî da hat weşandin, Nasrullah Kuranê ji ber sûcê "endamtiya PKKya rêxistina terorê" li Girtîgeha Îmraliyê radize ji bo ku ji heqê xwe yê kantînê îstifade bike û ziyaretvanên wî werin dîtina wî serî li dadgehê xist.

Hakimtiya înfazê daxwaza girtî red kir û got ji ber ku personel kêm in nikarin xizmêta kantînê bidin, zyaertvan jî ji ber rewşa hewayê nikarin werin ziyaretê.

Girî ji bo vê biryarê îtiraz kir, Dadgeha Cezayê Giran îtiraza girtî qebûl nekir.

Li ser vê gilîdar serî li Dadgeha Qanûna Bingehîn xist û di îdia ya xwe da got ji ber ku mafên wî yên kantîn û ziyaretê nayên dayîn mafên w îyên taybet û yên malbatî tên binpêkirin.

Dadgeha Qanûna Bingehîn serîlêdan wekî "nayê qebûlkirin" nirxand.

Dadgeha Bilind di hincetnameya xwe da got gilîdar di girtîgeha li Girava Îmraliyê da dimîne, bi tenê bi rêya behrê dikerin herin giravê ji ber vê dema Saziya Girtîgehê tê nirxandin dibê rewşa fizîkî ya girtîgehê jî bidin ber çavên xwe.

Di hincetê da hat gotin ku li gor tesbîtan ji ber şert û mercên hewayê û kêmasiya personelan di bikaranîna van mefan da çend caran pirsgirêk derketiye, dema biryara Hakimtiya Înfazê û bersiva Înfazê tên nirxandin jî tê dîtin ku li Girtîgehê kantîn tune, hewcedariyan ji kantînên li derva dibînin, ji ber rewşa hewayê çend caran di bikaranîna mafê kantîn û ziyaretê da pirsgirêk derketiye.

Di hincetê hat diyarkirin ku saziyê ji bo van mafan binpê bike biryarek nedaye, delîlên ku piştgiriyê didin gilîdar li holê tunin, dewlet hewl dide ku kêmasiyan binîne lêbelê gilîda belge îbraz nekirine.

Di hincetnameyê da wiha hat gotin: "Bi vî awayî tê dîtin ku îdiayên dibêjin 'maf tên binpêkirin û rêzê nîşanî jiyana taybet û ya malbatê nadin bibingeh in û nayên qebûlkirin.

AA

Dîroka nûkirinê: 07 Adar 2019, 17:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE