Zozanên Feraşînê bi koçeran xemilîn

Koçeran konên xwe li Zozanên Feraşînê vedan û dê bi berhemên heywandariyê debare xwe bidomînin û Cejna Xwe ya Qurbanê li vêderê derbas bikin.

Zozanên Feraşînê bi koçeran xemilîn

Zozanên Feraşînê yên li Beytüşebaba navçeya Şırnakê, bi koçer û keriyên pez xemilîn.

Zozanên Feraşînê ku dikevin sêgoşeya sînorên Şirnex, Hekarî û Wanê, bi qasî 2 hezar û 625 raqimî bilind e, bi çêriyên xwe yên berfireh, hewa xwe ya hênik û bi kanî û birkên xwe ji bo heywandaran cihekî bê hempa ye.

Ji ber ku îsal baraneke bi bereket bariya çêre zêde bû û eleqeya heywandaran jê re zê de bû.

Koçerên ku ber bi zozanan hewa dikevin, di rêya zozanan de dengê berxik û mîhên wan bi çîvçîva çûkan re tev li hev dibe.

Koçeran konên xwe li Zozanên Feraşînê vedan û dê bi berhemên heywandariyê debare xwe bidomînin û Cejna Xwe ya Qurbanê li vêderê derbas bikin.

"Şîr û penîrê ku em li vêderê bi dest tînin bi kalîtetir e"

Mazlûm Arslanê koçer ji nûçegihanê AAyê re behsa rewşa xwe kir û anî ziman ku ji bo heywanên xwe li cihên hênik û bi bereket biçêrînin li Zozanên Feraşînê ne.

Arslan anî ziman ku zozan mazûmvaniya gelek heywandarên ku ji bajarên derdorê jî tên, dike û got, "Em weke heywandaran, em dibînin ku çêreya li vêderê kalîteya şîr zêde dike. Şîr û penîrê ku em li vêderê bi dest tînin bi kalîtetir e. Ji ber vê em berê xwe didin vêderê."

"Ev 3-4 sal e aramî heye"

Arslan destnîşan kir ku piştî 4-5 mehên din dema hewa cemidî ewê vegerin û got, "Ev 3-4 sal e aramî heye. Kî dixwaze here ku dikare here. Ev jî ji bo heywandariyê avantajek e. Berê ne wisa bû ji ber sedema ewlekariyê sînordarkirin hebû û em nedikarîn herin zozanan."

Ji heywandaran Hakki Oztunç jî anî ziman ku ew ji Midyadê hatiye û îsal Zozanên Feraşînê ji xwe re hilbijartine.

Oztunç tekezî li wê yekê kir ku ji ber bereketa wê, çêreyên wê yên berfireh, qadên wê yên avî û hewa wê ya hênik hatine Zozanên Feraşînê.

 "Li vêderê jiyana me xweş diguzerê, kêşeyên me tune ne"

Ji koçeran Şirin Temiz anî ziman ku piştî rêwîtiyeke bi qasî 1,5 mehan gihiştine Feraşînê û destnîşan kir ku ewê 3 mehan bimînin û vegerin.

Temîz wiha pê de çû:

Ji ber kalîteya çêreyê, hênikayî û qadên avî me vêderê hilbijart. Li vêderê jiyana me xweş diguzerê, kêşeyên me tune ne. Ev der gelekî xweş in. Em sibahan saet 05.00ê radibin, heta saet 21.00ê li ser pê ne. Danê sibehan û esiran em diçine bêriyê. Kofiroş heftiyê rojekê tên vêderê û em penîrê ku çêdikin, difiroşin wan.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE