Îzzetbegovîçê zaneyê mezin tê bibîranîn

Li ser mirina Aliya Îzzetbegovîç 15 sal derbas bûn

Li ser mirina Aliya Îzzetbegovîç 15 sal derbas bûn. Zanayê mezin Îzzetbegovîç pêşengiya serxwebûna Bosna Hersekê kiribû. Li orta ewropayê bi gelê xwe re li dijî komkujiyê li berxwe dan. Berxwedan û gotinên wî ji mislimanên çar aliyên cihanê re bû mîratek û rê nîşanî wan dide.

Bi salan di hepsê de ma…

Li hemberî zordarî, herb û komkujiyê li berxwe da…

Serok Recep Tayyip Erdoğan: “wî mirovê qenc çend roj beriya mirina xwe wiha nivisîbû. Goribû: serbilind be! Tu çawa di bin van stêrkan de serê xwe ditewînî? Li kîjan rê bimeşî bimeşe, di dawiyê de mirin li bendê ye û hemû tişt bi bobelatê diqede. Tê jî bimrî, ev dinya jî wê bimre. Ji ber vê yekê serbilind be!”

Aliya Îzzetbegovîç di sala 1925an de li Bosnayê hat dinê.

Hêj di ciwaniya xwe de dest bi micadeleya ji bo mafên misilmanan kir.

Di Heyama Tito de Yugoslawya hêdî hêdî parçe dibû.

Di wê demê de Manîfestoya Îslamî nivisand.

İzzetbegovîç di kitêba xwe de got :”Em dixwazin Misilman bên ser Îslam ê û dirûşma me; bawerî û berxwedan e.” Ji ber pirtûka xwe bi salan di hepsê de ma.

Di sala 1992an de felaketek dest pê kir.

Pêşî Sirpan pişt re jî Xirwatan Misliman qetil kirin.

Di sedsala 20an de, li orta Ewropayê Boşnak rastî komkujiyê hatin.

Bajêr di bin bombebaranê de bû lê Zanayê Mezin dîsa jî ji Bosnayê derneket.

Her tim li qada şer bû…

Her çiqas cihan li hemberî komkujiyê bêdeng mabe jî

Her çiqas her tişt bi destûra Neteweyên Yekbûyî çêbûbe jî

Mislimanên çar aliyê cihanê li dijî vê komkujiyê piştgirî dan Boşnakan.

Aliya Îzetbegovîç tu carî piştgiriya Tirkiyê ji bîr nekir.

Serok Recep Tayyip Erdoğan: :“dema ez çûm cem wî, bi destên min girt û got: ev der axên fatihan e. bosnaya min biparêzin, xwedî li bosnaya min derkevin.” ev gotinên wî tên bîra me. înşelle em ê jî bosnayê biparêzin û bi birayên xwe yên li bosnayê gelê bosnayê her tim bilind bikin.”

Aliya Îzzetbegovîç di sala 2003an de, di 78 saliya xwe de çû ber rehma xwedê.

Dîroka nûkirinê: 19 Cotmeh 2018, 15:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE