Êrîşa li ser xebatkarên demsalî

Hin kes xwestin provokasyonê bikin di navbera Kurd û Tirkan de neyartiyê derxin

Rêvebirên bajarê Mardinê çûn serdana malbatê

Li Sakaryayê êriş li malbatên demsalî hatibû kirin û ev êriş li ser medyaya civakî belav bûbû. Hin alî ji bo provakasyonê xwestin ku ev êrîş wek êrîşeke li dijî kurdan nîşan bidin. Lê rastî ne wisa bû. Him walîtî him jî kesên ku êrîş lê hatine kirin ev îdia derewandin. 
 
Êrîşa li dijî xebatkarên demsalî ya li Sakaryayê di medyaya civakî de deng veda. 
Hin alî xwestin ku ev êrîş wek êrîşa li dijî kurdan nîşan bidin û provakasyonê derxin.
Êrış ji aliyê xwediyê erd ve hatibû kirin û tu eleqeya wê bi tirkbûn an jî kurdbûnê re tunebû.
Walîtiya Sakaryayê derbarê bûyerê de daxuyanî da û ev îdia derewand.
Kesên ku êrîş li hat kirin jî heman tişt gotin.
Şilan Demir got ev pevçûn ne pevçûna Kurd û Tirkan e. 
Şilan Demir wiha dewam kir: ‘‘Em bi Tirkan re wek xwişk û bira ne. Tiştekî wisa tune ye. Her kes behsa tiştekî wisa kiriye lê tiştekî wisa tune ye. Em hemû xwişk û bira ne. Me gotineke wisa qet negot. Me ne got em ne bira ne.’’
Şilan Demir got ‘‘Ev pevçûna Kurd û Tirkan nebû. Bila kes tiştên wisa nebêje. Em xwişk û bira ne.’’ 
Rojda Demîrê jî got em cara ewil ber bi erîşeke wisa hatin.
Rojda Demîr: Cara ewil erîşeke wisa li me hat kirin. Em berê jî çûn, li gundên din xebitîn. Kurd û Tirk xwişk û bira ne. Divê wisa neyê nirxandin. Em hemû di bin heman alayê de dijîn. 

Malbata Demir piştî vê bûyerê vegeriya memleketê xwe Mêrdînê.
Parlamenterê AK Pariyê yê Mêrdînê Cengiz Demirkaya, Waliyê bajêr Mahmut Demirtaş û rayedar çûn serdana malbata Demir.
Kesên ku êriş lê hatin kirin li Mêrdînê jî heman tişt gotin. 
Wezareta Karên Navxweyî jî ji bo şopandina bûyerê talîmat da.
Niha bûyer bi hemû hurgiliyan tê şopandin.
 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.