Şervanên dilxwaz û biyanî yên Ukraynayê

Şerê Rûsya û Ukraynayê 26 roj in dewam dike. Rûsya êrîş dike, Ukrayna li ber xwe dide.

Ji serê êrîşa Rûsyayê û vir ve ji her du aliyan jî gelek leşker mirin. Ji ber vê yekê jî hewcedariya bi leşkerên biyanî çêbû.

Rûsya hewl dide ji çend welatên Rojhilata Navîn şervanên biyanî bîne.

Li gorî îdiayan Rûsya li Sûriyeyê 40 hezar leşkerên bipere perwerde kirine û ew ê di demeke kurt de tevlî şerê Ukraynayê bibin.

Her wiha ji Ewropayê jî dilxwazên şer ji bona alîkariya Ukraynayê tên welêt.

Serokê Ukraynayê Vladîmîr Zelenskiy jî diyar kir ku wê 16 hezar şervanên dilxwaz û biyanî ji bo alîkariyê bên.

Artêşa Ukraynayê hefteya borî ragihandibû ku ji 52 welatan 20 hezar şervanên biyanî navên xwe dane.

Şervanên dilxwaz û biyanî ji bo alîkariya Ukraynayê berê xwe didin welêt 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.