10 hezar sporvan wê beşdarî pêşbirkan bibin

Midûriya Ciwanî û Sporê ji bo xwendekaran bernameya çalakiyên sporê amade kir.

10 hezar sporvan wê beşdarî pêşbirkan bibin

Midûriya Ciwanî û Sporê ya Batmanê di navbera dibistanan de pêşbirkan amade dike. Nêzî 10 hezar xwendekar wê di 26 branşan de tevlî pêşbirkan bibin. Pêşbirk wê 6 mehan dewam bikin.

Piştî pandemiyê Midûriya Ciwanî û Sporê ya Batmanê ji bo xwendekaran bernameya sporê amade kir.

Di çarçoveya çalakiyên sporê de wê li dibistanan misabeqeyên hentbol, futbol, basketbol, atletizm, tenis û voleybolê bên lidarxistin.

Di bernameyê de nêzî 10 hezar xwendekar di 26 branşan de wê beşdarî pêşbirkan bibin.

Pêşbirkên sporê di nav 6 mehan de wê bên xilaskirin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE