2. Kongreya Zanistên Sporê ya Avrasyayê

Ji 16 welatan 500 mêvan beşdarî kongreyê dibin.

2. Kongreya Zanistên Sporê ya Avrasyayê

Li Zanîngeha Muş Alparslanê cara didoyan Kongreya Zanistên Sporê ya Avrasyayê hat lidarxistin. Tirkiye jî di nav wan de ye û ji 16 welatan 500 kes beşdarî kongreyê bûn.

Bi mazûvaniya Zanîngeha Muş Alparslanê li Navenda Kongreya Malazgîrtê 2. Kongreya Zanistên Sporê ya Avrasyayê dest pê kir.

Kongre bi xwepêşana tîma govendê dest pê kir. Ji 16 welatan bi tevahî 500 kes beşdarî kongreyê bûn.

Rektor Prof. Dr. Fethi Ahmet Polat derbarê kongreyê de agahî da û got ji bo ku ev kongre li Mûşê tê kirin em pir kêfxweş in.

Rektor Polat wiha dewam kir; ”Ji seranserê dinyayê, ji gelek welatan mêvanên me hene. Em ê li vir li ser sporê civînên girîng bikin. Sporvanên şampiyon dê bi zarokên me re werin ba hev.”

Di kongreyê de sporvan û akademîsyen bi xwendekaran re hatin ba hev û bi wan re xeber dan.

Kongreya ku par li Îranê hatibû kirin, dê 2 rojan dewam bike.

Dîroka nûkirinê: 06 Gulan 2019, 12:37
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE