Sporvanên Colemêrgî ji bo ku reklama çiyayên bilind ên herêmê bikin hilkişiyan ser çiyayê sûmbûlê yê 200 metroyî. Sporvan dibêjin; lıigel xwezaya xwe ya paqij Colemêrg ji bo çiyageriyê jî gelek baş e.
Colemêrg bi xweza û çiyayên xwe yên bilind bala werzîşhezan dikşîne.
Komeleya Werzîşa Çiyageriyê-CÎSAD ji bo ku reklama çiyayên Colemêrgê bikin hilkişiyan ser çiyayê Sûmbûlê.
Di nava sporvanan de çiyagereke jin jî hebû.
Her çiqas li bilindcihan mij û dûman hebe jî sporvan tevdîrên xwe girtin û bi çiya de hilkişiyan.