3. Nîvmaratona Navneteweyî ya Batmanê

250 sporvanên xwecihî û biyanî ji bo bibîranîna şehîdan tevlê bûn

3. Nîvmaratona Navneteweyî ya Batmanê

Li Batmanê, bi minasebeta Salvegera Serfiraziya Herba Çeneqqelê cara 3yem pêşbaziya bazdanê ya navneteweyî hat kirin. Ji welêt û derwelêt 250 sporvan hatin pêşbaziyê.

Li Batmanê bi minasebeta salvegera serfiraziya Çeneqqelê, maratona nevneteweyî hat lidarxistin.

Pêşbazî bi destê şaredariyê û bi piştgiriya Walîtiyê hat organîzekirin. Ji gelek dewletan 250 sporvan tevlî pêşbaziyê bûn.

Pêşbaziya ku li ber şaredariyê dest pê kir, 21 kîlometreyan ajot.

Di beşa mêran de Getaye Gelawê Etiyopyayî, di beşa jinan de jî Sevilay Etyemiş bi ser ketin.

Piştî pêşbaziyê madalya û xelat dan sporvanên serfiraz.

Dîroka nûkirinê: 20 Adar 2019, 16:00
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE