40emîn Maratona Stenbolê ya Vodafonê

Di reva mêran da werzişvan Shadrack Korîrê ji Kenyayê bi 43 deqîqe û 4 saniyeyan va bû yekemîn

40emîn Maratona Stenbolê ya Vodafonê

Di 40emîn Maratona Stenbolê ya Vodafonê ya ku 15 kîlomêtro ye da werzişvan Shadrack Korîrê ji Kenyayê di reva mêran, werzişvana neteweyî Yasemîn Can jî di reva jinan da bûn yekemîn.

Pêşbaziyê 250 mêtro li paş Pireya Şehîdên 15ê Tîrmehê li hêla Anadoluyê dest pê kir.

Werzişvanên beşdarî revê bûn ji pireyê derbas bûn û ji aliyê Beşîktaşê va zivirîn. Werzişvan li ser Kolana Barbarosê Beşîktaşê derbas bûn û gihîştin Karakoyê. Piştî derbasbûna Pireya Galatayê werzişvan ji Sîrkeciyê li dû xwe hîştin, hatin Yenîkapiyê û pêşbazî xilas kirin.

- Pêşbaziya mêran

Di reva mêran da werzişvan Shadrack Korîrê ji Kenyayê bi 43 deqîqe û 4 saniyeyan va bû yekemîn.

Werzişvanê neteweyî Polat Kemboî Arikan jî di heman demê da gihîşte cihê fînalê, lê hakeman biryar da ku ew bibe duyemîn.

Albert Chemutaiyê ji Ugandayê jî bi 43 deqîqe û 8 saniyeyan va bû sêyemîn.

- Pêşbaziya jinan

Di reva jinan da jî werzişvana neteweyî Yasemîn Can bi 47 deqîqe û 43 saniyeyan va bû yekemîn.

Delvîne Merîngora ji Kenyayê bi 48 deqîqe û 39 saniyeyan va bû duyemîn.

Daîsy Jeptoo Kîmelî jî bi 49 deqîqe û saniyeyekî va bû sêyemîn.

- Rekora Parkurê

Werzişvana jin Ruth Chepngetîcha ji Kenyayê rekora parkurê bi dest xist û bû yekem.

Felîx Kîmutaiyê ji Kenyayê jî di qada mêran da rekora parkurê bi dest xist û bû yekemîn.

AA

Dîroka nûkirinê: 11 Mijdar 2018, 16:58
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE