550 kes hilkişiyan çiyayê Ağrıyê

Qefleyeke mezin a turîstan berê xwe da çiyayê herî bilind ê welêt 

550 kes hilkişiyan çiyayê Ağrıyê

di betlaneya fermî ya îranê de bi hezaran îranî berê xwe da Türkiyeyê. li bajarên sînor liv û tevgera turîstan heye. li Agiriyê qefleyeke 550 kesî ku piraniya wan turîst in hilkişiya çiyayê agiriyê.  

Çiyayê Agiriyê çiyayê herî bilind ê Türkiyeyê ye.  

Tevî turîstên ji nava welêt bala turîstên biyanî jî berê xwe didin wir. 

Îsal eleqeya ji bo çiyayê bi 5 hezar û 137 mîtroyî bilind gelek zêde ye.   

Ji Îranê bi sedan turîstan berê xwe da çiyê. 

Qefleyeke 550 kesî bi pêşengiya rêberan berê xwe da lûtkeya çiyê.  

Turîstên maceraperest li ser lûtkeyê wêneyên xwe girtin.   

Ji dîmenan xuya dike ku li ser çiyê hêj berf heye.  

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE