56.Tûra Duçerxeyê ya Türkiyeyê ya Serokomariyê

TUR 2021ê ku di hîmayeya Serokomariyê da li Konyayê dest pê kiribû, di roja 8em da li Kuşadasiya navçeya Aydinê kuta bû. Etaba herî dawî di navbera Bodrum û Kuşadasiyê da bû û ajokarên duçerxeyê 1244 kîlomêtre pedal zivirandin.

56.Tûra Duçerxeyê ya Türkiyeyê ya Serokomariyê

 56emîn Tûra Duçerxeyê ya Türkiyeyê ya Serokomariyê (TUR 2021) ji tîma Delkoyê ya Fransayê ajokarê duçerxeyê Jose Manuel Diaz Gallego qezenc kir.

TUR 2021ê ku di hîmayeya Serokomariyê da li Konyayê dest pê kiribû, di roja 8em da li Kuşadasiya navçeya Aydinê kuta bû. Etaba herî dawî di navbera Bodrum û Kuşadasiyê da bû û ajokarên duçerxeyê 1244 kîlomêtre pedal zivirandin.

Gallegoyê ajokarê duçerxeyê yê 26 salî di navbera heşt etaban da 29 saet û 19 deqîqe û 40 saniye wext derbas kir û di klasmana giştî da bû yekemîn, xwediyê mayoyê turkuaz û şampiyontiya TUR 2021ê bi dest xist.

Di pêşbaziyê da ji tîma Alpecin-Fenix ya Belçîkayê Jay Vineyê Awustralyayî bû duyemîn, ji ekîba Androni Giocattoli-Sidermecê ya Îtalyayê Eduardo Sepulvedayê Arjantînî jî bû sêyemîn.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE