7. merheleya Tour of Türkiyeyê

Di Tour of Türkiyeyê da merheleya 7emîn dest pê kir

7. merheleya Tour of Türkiyeyê

Federasyona Bisiklêtan a Türkiyeyê di hîmayeya Serokomariyê da Tura Bisiklêtan a Türkiyeyê ya Serokomariyê ya 57emîn (Tour of Turkiye) li dar xist û merheleya Gelîbolu-Tekîrdagê ya heftemîn a turê dest pê kir.

Merheleya heftemîn a turê ji Parqa Gelîbolu Fenerê dest pê kir.

Qaymeqamê Gelîboluyê Bekir Abaci, Şaredar Mustafa Ozacar û Serokê Federasyona Bisiklêtan a Türkiyeyê Emîn Muftuoglu pêşbazî dan destpêkirin. Di pêşbaziyê da ji 25 tîman 153 bisiklêtvan ji bo yekemîntiyê têdikoşin.

Merheleya Gelîbolu-Tekîrdaqê ya ku ji 138,8 kîlometreyî pêk tê wisa tê texmînkirin saet dora 14.30yî wê bi dawî bibe.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE