Almanya wê mazûvaniya EURO 2024ê bike

Di encama dengdayîna ku ji aliyê Lijneya Rêvebiriyê ya UEFAyê va hat kirin da Almanya wê mazûvaniya EURO 2024an bike

Almanya wê mazûvaniya EURO 2024ê bike

UEFAyê biryar da ku Şampiyonaya Fitbolê ya 2024 Ewropayê (EURO 2024) li Almanyayê were lidarxistin.

Ji bo mazûvaniya EURO 2024ê Tirkiye û Almanya bûbûn namzed. Di encama dengdayîna ku li Nyona bajarê Swîsreyê di navenda UEFAyê da hat kirin da mazûvan kifş bû.

Piştî pêşkêşiyên herdu welatên namzed Lijneya Rêvebiriyê ya UEFAyê di encama dengdayînê da Almanyayê mafê mazûvaniya EURO 2024ê qezenc kir.

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE